• DOLAR 32.521
  • EURO 34.798
  • ALTIN 2419.245
  • ...
Pêşmerge Parlementera Goranê protesto kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sîrwe Abdulvahîda Parlementera Iraqê ya Hareketa  Goranê di daxuyaniyeke ku dabû de destnîşan kiribû  jinên hinek pêşmergeyên ku jiyana xwe ji dest didin ji ber feqîriyê, laşên xwe difûroşin, ji ber vê gotina Abdulvahîdî bi hezaran pêşmerge xwe berdan kolanan û wê li ber Qesra Edaletê ya Hewlêrê protesto kirin.

Sîrwe Abdulvahîda Parlementera Iraqê ya Hareketa  Goranê di wan rojên derbasbûyî de di televîzyoneke bi erebî de di derheqê jinên pêşmergeyên ku di eniya şer de jiyana xwe ji dest dane de wiha axivî: “Hinek pîrekên pêşmergeyên ku di şer de jiyana xwe ji dest didin ji ber feqirî û hezaniyê  laşên xwe difûroşin.”

Ji ber bertekên ku hatin nîşandan Abdulvahîdî daxuyaniyeke nû da û destnîşan kir gotinên wê hatine şaşomaşokirin.

Piştî daxuyaniya Abdulvahîdî PDK bi daxuyaniya ku dabû ji gotinan re bertekek tund nîşan da û diyar kir ew ê digel dîmen û qeyda deng dozê li Abdulvahidî vekin.

Her wiha Wezareta Pêşmergeyan jî di daxuyaniya ku dabû de destnîşan kir gotinên Abdulvahîdî, li dijî xwînên pêşmergeyan e bêdebî û bêrûmetî ye.

Piştî van gotinên Sîrwe Abdulvahîda Parlementera Iraqê ya Hareketa  Goranê li gelek bajarên Kurdistanê xelk ji bo ji gotinan re bertek nîşan bide xwe berdan kolanan.

Doh jî bi hezaran pêşmerge li ber Qesra Edaletê ya Hewlêrê civiyan û ji gotinên Sîrwe Abdulvahîda Parlementera Iraqê ya Hareketa  Goranê re bertekeke tund nîşan dan û daxwaz kirin bila Abdulvahîdî ji ber gotinên xwe bê darizandin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir