• DOLAR 32.32
  • EURO 35.128
  • ALTIN 2296.718
  • ...
Kelecana îmtîhana mealê ya zarokan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Zarokên ku beşdarê ezmûna mealê ya ku ji teref Platforma Nifşa Qur’anê ya ku di 100 navendan de pêk hat bûn fikr û ramanên xwe yên di derbarê ezmûnê de anîn ziman. Kesên ku van zarokan dîtin xweziya xwe bi wan anîn.

Zarokên ku beşdarê ezmûna mealê ya ku ji teref Platforma Nifşa Qur’anê ya ku di 100 navendan de pêk hat bûn hest û kelecanên xwe ji Ajansa Nûçeyan a Îlkê re ragihandin.

Zarokên Rihayî destnîaşan kirin ku ew beriya îmtîhanê bi kelecan bûne û çendîn roj beriya îmtîhanê wan ji bo vê demê amadehî kirine. Wan destnîaşn kirin ew bawer in ku ji îmtîhanê puanekî baş bigirin.

Alî Ataogluyê astengdar ê ku bi bavê xwe re beşdarê îmtîhanê bû ji hemî kesan re serkeftin xwest. Ji zarokan Betul Demîrdag jî diyar kir ku ew bi şev jî ji bo îmtîhanê xebitiye da ku têkeve dereceye.

Hayat Çobana ku diyar kir ew hêvîdar e ji îmtîhanê puanekî baş bigire. Dûvre Çoban wiha pê de çû: “Ez hêvîdar im ku puanekî bilind ji îmtîhanê bigirim. Min sûreyên dirêj ên Qur’anê di hişê xwe de girt. Min bi vê şiklê pirtûkê qedand.”

Mustafa Tîller wiha axivî: “Ez ji bo îmtîhana mealê xebitîm. Ez hêvîdar im ku puanekî bilind ji îmtîhanê bigirim. Min hedefek ji xwe re diyar kir. Ji ber ku ez xebitîm e hêvîdar im ku vê hedefê bidest bixim. Ez doh êvarê ji kelecanê ranezam.”

Omer Avuşînê bi kelecan wiha diyar kir: “Ez jî xwendekarê pola 5 emîn im. Beşdarê îmtîhana mealê bûm. Bi îzna Xweda dê ez puanekî baş bidest bixim. Heke Xweda îzin bide dê em qezenç bikin.”

Huseyîn Unel wiha ragihand: “Îmtîhan baş derbas bû. Kelecan zêde tunebû. Min 60 pirsên di îmtîhanê de çêkir. Înşaellah ev îmtîhan her tim wiha didome. Pirs hêsan bûn.”

Mehmet Alî Ozkanê ku li Çewlîgê beşdarê îmtîhanê bû wiha destnîşan kir: “Pêwîst e ku mirov dîn û kitaba xwe baş hîn bibe. Tiştên ku hewce dike em di jiyana xwe de hîn bibin dema ku me ji îmtîhanê re amadehî kir em hîn bûn.”

Alî Ekber Dagilma wiha axivî: “Îmtîhan baş derbas bû. Pirs pir xweş bûn. Ez gelek tişt hîn bûm. Xweda ji kesê ku amade kiriye razî bibe.”

Li Bedlîsê hesta îmtîhanê cuda bû. Lewra li wir berf dibariya û hewa sar bû. Li bajarê ku barîna berfê bandordar bû zarok bi bavê xwe re çûn dibistanên ku dê li wir têkevin îmtîhanê.

Li Denîzliyê jî bi heman şiklê îmtîhana mealê hat kidarxistin. Lê li vir ji ber ku Midûrtiya Perwerdehiya Navneteweyî ji bo îmtîhanê cî texsîs nekir beşdarvan di salona dawetê de beşdarê îmtîhanê bûn.

Emîrhan Barutê ku li Diyarbekirê beşdarê îmtîhanê bû ji Platforma Nifşa Qur’anê re teşekur kir û destnîşan kir ku ew hewl didin tiştên ku Xweda helal û heram hesibandiye hîn bibin.

Mîraç Canpîlîç di derbarê pirtûka ku xwend de axivî. Wî wiha ragihand: “Pirtûk qala Qur’anê dike. Di derbarê kîjan pêxemberê çi kiriye de agahî dide. Em hîn bûn ku dê em di miqabilê Xweda û roja mehşerê de çi bikin.”

Enes Sever wiha axivî: “Îmtîhan hêsan bû. Kesê ku xebitîbû karî çêke. Dema me kitabe xwend em gelek tişt hîn bûn. Pirsên ku hatibûn pirskirin ew pirs bûn ku pêwîst e hemî Misliman bizanin. Îmtîhan baş derbas bû.”

Muhammed Dal diyar kir ku ev îmtîhan ji bo ku Qur’ana Pîroz çêtir bê fêmkirin tê lidarxistin. Dûvre Dal wiha li axavtina xwe zêde kir: “Pirtûk dan me. Em xebitîn û tişt hîn bûn. Qur’ana Pîroz ji teref Xweda ve bi wesîla Cebraîl (AS) nasil bûye.”

Oktay Ozmên li Mûşê beşdarê îmtîhanê bû diyar kir ku pirsên îmtîhanê baş bûne. Dûvre Ozmen wiha belav kir: “Ev demekî dirêj e ku ez ji îmtîhanê dixebitim. Min 5-6 caran pirtûkê xwend. Hedef amin ew e ku ez biçim umrê.”

Zehra Ural wiha axivî: “Pirs zor bûn. Lê min gelemperê wê çêkir. Ez ji îmtîhanê re baş xebitîm. Heke ez qezenc bikim dê bi bavê xwe re biçim umreye. Îmtîhanên wiha pir baş in. Ez dixwazim ku îmtîhanên wiha werin tertîpkirin.”

Xwendekarên bi navên Suleyman Ortaç û Muhammed Furkan Durmazer ên ku li Wanê beşdarê îmtîhanê bûbûn diyar kirin ku ew zêde nexebitîbûn. Lê digel vê yekê îmtîhan baş derbas bûye.”

Zarokên bi navê Hayrunnîsa Şermen, M. Alî Çalişkan, Şahîn Koç, Yasîn Koç, Îsmaîl Erez, Sabahattîn Koç, Baver Turgut û Huseyîn Emsen jî ji Platforma Nifşên Qur’anê re teşekur kirin. (ÎLKHA)











































































































Bu haberler de ilginizi çekebilir