• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Kuklabaz êdî nasnameyên xwe venaşêrin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji aliyekî vê peyamên şermezarkirinê yên ku piştî êrîşa li Beşîktaşa Stenbolê pêk hat û 44 kes jiyana xwe di êrîşê de ji dest dan didome ji aliyekî din ve jî daxuyaniyên ku hinek rêvebirên DYE û YEyê beriya êrîşa ku li Stenbolê pêk hatibû dabûn hat rojevê.

Welatên DYE û Ewrûpayê yên ku li pey tetbîqkirina projeyên ku ji bo xerîteyên li Rojhilata Navîn de pêk bînin digerin êdî ji daxuyaniyên ku Tirkiyê hedef digire narevin.

Siyaseta çalan a PKKê ya ku bi bûyerên 6-8ê Cotmehê li dijî komên Îslamî hat lidarxistin dest pê kir bi şerên nav kolanan û êrîşên bombeyî berdewan kir û bi hewldana derbeya 15ê Tîrmehê dawî lê hatibû. Lê dema ku hewldana pêkanîna derbê pêk nehat ji aliyekî ve hewl hat dayîn ku tûndiyê zêdetir bikin ji aliyekî ve jî aboriya Tirkiyê ji xwe re kirin hedef.

Hêzên emperyal ên ku zimanên dîplomatîk danîne rexekî dest bi tehdîtan kirin

Piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê plan û projeyên nû yên wek qaos tên tetbîqkirin. Helwesta DYE û YEyê ya li hemberê Tirkiyê bi taybet jî helwesên wan ên li dijî Serokomar û hikûmetê ji xwe re kirine hedef. Hêzên emperyal ên ku zimanên dîplomatîk danîne rexekî dest bi tehdîtan kirin. Piştî daxuyaniyên welatên DYE û YEyê yên ku Tirkiyê ji xwe re kirne hedef her tim êrîşên sansasyonel pêk hat. Ev êrîş carinan ji teref PKKê carinan jî ji teref DAÎŞê ve hatin lidarxistin. FETO/PYDya ku di pêvajoya hewldana derbeyê de sernekeft jî her cûr piştgiriya lojîstîk da PKKê.

ABD ve AB’den gelen ilk açıklamalarda terör kavramı kullanılmadı

Di daxuyaniyên herî dawî yên ku ji teref DYE û YEyê ve hat dayîn de terna terorê nehat bikaranîn

Piştî her daxuyaniyên ku wek hişdariya ji bo gelê xwe ya ji teref DYE û YEyê ve hat dayîn de êrîşên mezin hatin lidarxistin. Welatên ku di derbarê dabaş êrîşan de daxuyanî didan û êrîşan şermezar dikirin ji bo êrîşa li Stenbolê zimanekî cuda bikar anîn. Di daxuyaniyên herî dawî yên ku ji teref DYE û YEyê ve hat dayîn de terna terorê nehat bikaranîn.

Êrîşa Stenbolê piştî daxuyaniya Kerry hat lidarxistin

Îfadeyên ku hatine dayîn di hûrgiliyên daxuyaniyên ku berê hatine dayîn de tên dîtin. Wezîrê Karûbarên Derve yê DYEyê yê ku diyar kiribû ew siyonîst e John Kerry 2 roj beriya êrîşa Stenbolê di Civîna Wezîrên Karûbarên Derve ya Saziya Hevkariya Ewlehiya Ewrûpayê de axavtin kiribû. Di axavtina xwe de bi şiklekî eşkere Tirkiye û Serokkomar Erdogan wek hedef hilgirtibû. Kerryê ku bal kişand ser guhertina makeqanûnê ya ku dê ji bo pergala serokatiyê pêk were. Kerry di axavtina xwe de bîr kir ku pergala wan jî serokatî nîne û idîa kir ku dê otorîterbûna Tirkiyê zêdetir bibe. 2 roj piştî daxuyaniya ku Kerry wek: “Nelirêtî zêde dibe. Otorîtertî zêde dibe. Em dibînin ku hinek lîder ji bo ku hêzên xwe zêdetir bikin makeqanûnan diguherînin.” êrîşa li Stenbolê pêk hat. Ev yek jî pirsa ‘gelo têkiliya DYEyê bi vê yekê re heye? tîne hûşê mirov.

Êrîşa li Stenbolê roja ku dê teklîfa guhertina makeqanûnê ji meclîsê re bihatibûya pêşkeşkirin hat lidarxistin. Ev yek pir bal kêş bû ku di heman rojê de êrîş pêk hat. Xala 2 yemîn a balkêş ew bû ku ev êrîş piştî gotina Wezîrê Karûbarên Derve Mevlît Çavuşoglu ya wek ‘dê em piştî El-Babê biçin Menbîçê’ bû.

“Dê em gavên xwe li paş navêjin”

Di daxuyaniyên ku piştî êrîşê ji teref hikûmetê ve hat dayîn de wiha hat destnîşankirin: “Dê em gavên xwe li paş navêjin” Ev gotin jî wekbersivandina pergala serokatî û astengkirinaê ku hewl tê dayîn li Sûrî were derxistin hat nirxandin.

Elçiyê kevin ê DYEyê: Tirkiye ber bi şerê navxweyî ve diçe!

Sefîrê Enqerê yê kevin ê DYEyê Erîc Edelmanê ku di panela 2 roj beriya êrîşa Stenbolê di DYEyê hat lidarxistin de axivî armanca êrîşa Stenbolê û yên wekê wê avêt holê û wek gotin “Tirkiye ber bi şerê navxweyî ve diçe!” nirxandin kiribû. Edelmanê ku ji ser Baregeha Încîrlîkê Tirkiyê hedef girt diyar kir pêwîst e ku Baregeha Încîrlîkê nebe mijara bazarê û bi gotina ‘Tirkiye ber bi şerê navxweyî ve diçe!’ Tirkiyê tehdît kir.

Piştî ziyaretên ku sefîr û dîplomatên DYEyî li Rojhilata Başûr û Rojhilatê kirin dema mirov li êrîşên terorîstî yên PKKê dike têkiliya daxuyaniyên Kerry û Edelmanê a bi êrîşa Stenbolê re çêtir tê fêmkirin.

Ji xeynî daxuyaniyên Kerry û Edelmanê helwesta DYEyê ya 15ê Tîrmehê dide nîşandan ki di şûna daxwaziya îadeyê ya Tirkiyê wê egle dikin, piştigiriya DYEyê ya ku li Sûrî û Irakê dide PKK û PYDyê, daxuyaniyên Tirkiyeyê ya ku polîtîkaya Sûrî dike hedef û di pêvajoya herî dawî de çekên PKKê yên ku hatin bidestxistin menşea DYEyê ye. Ev hemî rola DYEyê didin nîşandan.

YE, qarta PKKê ji bo ku nefes li Tirkiyê biçike bikartîne

DYE di bin navê PYD/YPGê de alîkariya xwe ya ji PKKê re didomîne. Parlementerên YEyê ji bo ku ji PKKê re qad vebibe ji Tirkiyê di derbarê şistkirina tekoşîna qanûna bi terorê re daxwaziya wê heye û Parlementoya Ewrûpayê mijara ku PKKê ji lîsteya terorê derêxe dixebite.

Welatên YEyê piştî ku operasyon li dijî HDPyiyan tê lidarxistin bi gotinên tûnd Tirkiyê dikin hedef û piştî ku PKKyî tên girtin YE daxwaz kir ku mizakereyên bi Tirkiyê re werin rawestandin. Hinek welatên YÊyê jî ji bo vê yekê di derbarê çekan de embargo li dijî Tirkiyê pêk tîne.

Ewrûpa êdî înkar nake ku ew kuklabaz e

Welatên YEyê yên ku hewldana derbeya 15ê Tîrmehê eşkere şermezar nekirin didin nîşandan ku têkiliyên wan bi PKK û FETO re heye û Ewrûpa êdî înkar nake ku ew kuklabaz e.

DYE û YE ji bo xerîteyên ku dê werin xêzkirin çi ji destê wan tê dikin û ji bo vê yekê serî li her tiştê didin da ku xebatên xwe bidomînin. Di vê bergehê de di 24 saetên herî dawî de di welatên Îslamê de herî kêm 250 kes hatin kuştin. Li Stenbolê 44, Kahîre 25, Mogadîşu 29, Heleb 27 û Nîjeryayê 160 kes hatin qetilkirin.

Di serî de di erdnîgara Îslamê de li gelek derên din de kuklabazên ku kuklayên xwe didin lîstin bi milyonan însan tên qetilkirin. Di pêvajoya herî dawî de jî kuklabaz bi kuklayên xwe re derdikevin meydanan. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir