• DOLAR 32.571
  • EURO 34.905
  • ALTIN 2437.781
  • ...
Zarokê 14 salî debara malbata 8 nefsan  dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Malbata Abdullah Mahmudê bi 8 nefs e ji ber şerê navxweyî ya Sûriyê reviya û hat li Êlihê bi cî bû, lewra dema ku malbat li Hesekêya Sûriyê bû bombe îsabetî mala wan kir û 2 zarokên wan jiyana xwe ji dest dan. A niha zarokê 14 salî  hewil dide debara malbata bi 8 nefsan bike. Ev rewşa malbat  dilan dişewitîne.

Vadha Muhammed Mahmuta ku xanima Abdullah Mahmud e ji ber ku zilamê wê nikare bişuxile digel zarokên xwe  li cihekî bi rojane dixebitî. Ji ser vê şuxilê demeke zêde derbas nebûbû ku  Xanim Vadha Muhammed ji ber êşa pişta xwe kete nav dest û piyan. Ji ber vê rewşa dilşewat a niha debara malê ji teref zarokê 14 salî Taha Ataullah ve tê kirin.

Malbata Abdullah Mahmud ê ku di vê sir û seqemê de ji bo kirîna êzingan pereyên wan nîne a niha li Êlihê têkoşîna jiyanê  dide. Malbata ku rewşa wê nebaş e êş û elemên xwe ji ÎLKHAyê re anî zimên.

Malbat di destpêka axavtina xwe de destnîşan kir rayedar heta niha tenê carekê ji wan re bûne alîkarî  û destnîşan kir ji ber ku rewşa wan nebaş e ew nikarin ji zarokên xwe re berçavkan bistînin û ew a niha li benda alîkariyê ne.

“Ji ber ku êzingên me nînin em nikarin soba xwe bidarin”

Vadha Muhammed Mahmud di derbarê mijarê de destnîşan kir ew û zilamê wê nexweş in û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em tev de 8 nefs in, rewşa me pir xerab û nebaş e.Çavên 3 zarokên min xerabûyîne û em ji ber bêderfetiyan nikarin ji wan re berçavk bistînin. Tenê lawê me yê 14 salî dikare  bixebite. Ew jî  rojane 25-20 wereqe pere didin wî. Em di nava rewşeke xirab de ne. Di warê dayîna faturayên ceyran û avê û dayîna kirê de zehmetiyê dikşînin.  Lê di her halî em ji halê xwe re şikir dikin. Zilamê min nexweş e û ez jî 2 caran ameliyat bûm, ji ber vê yekê ez ketim nav dest û piyan. Heta niha rayedar tenê carekê ji me re alîkarî kirin. Em bi saxiya xêrxwazan li ser piyan in. Rojên bi sir û seqem dest pê kirin. Ji ber ku êzingên me nînin em nikarin soba xwe darin, mala me pir sar e.”

Ji zarokên malbatê Mahmud Ataullahê 12 salî jî di debarê mijarê de destnîşan kir ji ber ku perê wan nîne ew nikarin ji xwe re berçavkan bistînin.(ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir