• DOLAR 32.35
  • EURO 35.141
  • ALTIN 2310.236
  • ...
Ji Rêxistina Şopandina Mafên Însanan banga Helebê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rêxistina Şopandina Mafên Însanan (HRW)  di daxuyaniya ku di derbarê Helebê de da de destnîşan kir ji bo alîkarî ji însanên ku li heremên ku di bin kontrola muxalifan de ne re bê gihaştandin û bê kirin divê rejîma Sûriyê û koma muxalifan ên çekdar bêşert û merc rê li ber vê yekê vebikin. Di daxuyaniya ku hat dayîn de her wiha cî ji nêrînên xelkê heremê û aktîvîstan re jî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ji Tîrmehê vir ve alîkariya însanî negihaştiye Rojhilata Helebê  û dû re  ji nêrîna  Alîkarê Dîrektorê Rojhilata Navîn a Rêxistina Şopandina Mafên Însanan Lama Fakîh cî hat dayîn.

Fakîh di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir li Helebê li wan heremên ku di bin kontrola muxalifan de ne  mişkîleya xurek, vexwarin û tenduristiyê gihaştine asteke pir bi xeter; divê berî kêlîkê alîkariya însanî ji heremê re bê kirin, yan ne dê netîceyên pir xerab derkevin holê.

Di daxuyaniyê de her wiha hevdîtinên ku bi nîştecihên heremê re hatine kirin jî hatin parvekirin.

“Êdî wextê me weke berê ji bo jimartina miriyan tuneye”

Mohamed Ebu Caferê ku li Rojhilat Helebê Midûrê Tenduristiyê ye û doxtor e diyar kir kolan bi cesedan hatine dagirtin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber ku veguhastinê mesafeyên dirêj nîne xelk ji mecbûrî birêve diçe. Li taxan av nîn e û  boruyên avê jî tev ji teref rejîmê ve hatin tahrîbkirin. Ji bo em birîndaran  bibin tu wesayîta me jî nîne. Em bi wesayîtên ku ji bo sebzeyan bikartînin emel dikin. Êdî wextê me weke berê ji bo jimartina miriyan tuneye. Em her roj 30, 40, 50  cesedî dibînin. Rewşa me bi qasî ku neyê xiyalkirin giran e.”

 “Qetlîam tên kirin û dinya van qetlîaman dişopîne”

Bîlalê ji nîştecihên taxa Marjaya Helebê jî di derbarê mijarê de destnîşan kir ew di nava bêhêvîbûnê de ne û wiha pê de çû: “Qetlîam tên kirin û dinya van qetlîaman dişopîne. Êdî tu tişt naxebite. Av hatine qutkirin û temamê nexweşxaneyên me hatin bombebarankirin. Ji bira jî tiştê xwarinê gelek zêde biha ne. Kiloya arvan bi 20 dolaran û  kiloya şekir jî bi 13 dolaran tê firotin. Li serê malbatekê 5 parî nan dikeve. Qet derman û sebzeya me nîne. Ji bo wesayîtên me sotemenî nîne.”

“Dibe heta careke din ez mirîbim”

Fotografkêş Omer el-Arabê ku li Heleba Rojhilat dijî destnîşan kir her roj  Heleb tê bombebarankirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Gelek însan ji cihên xwe bin. Em hewil didin  ber bi kesên mexdûrên trawmayê re bigihijin. Li vê derê tenê klînekên biçûk hene. Ez a niha bi we re diştexilim, lê dibe ku heta sefereke din ez bi xwe jî ne li Helebê bim an jî ez mirîbim.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir