Li Diyarbekirê F-16 ket
Li Diyarbekirê balafireke F-16 dema ku xwe didanî erdê ket, hat hînbûn tiştek bi pîlotê balafirê nehatiye.
Hat ragihandin li Diyarbekirê balafir F-16 dema ku xwe didanî balafirxanê li gireke ku nêzî beldeya Çarikliya Diyarbekirê ye qelibî. Hat hînbûn di encama ketina balafirê de tiştek bi pîlot nehatiye û rewşa wî baş e. Ji ber ketina balafirê perçeyên balafirê li derdorê belav bûn. Ji ber îxtîmala înfîlaknekirina muhîmata balafirê eskeran destûr neda ku endamên çapemeniyê têkevin cihê bûyerê.(ÎLKHA)