• DOLAR 32.56
  • EURO 34.856
  • ALTIN 2424.157
  • ...
Esnaf ji şaredariyê re bertek nîşan da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Yildirimê ya navenda Bursayê di Taxa Îsabeyê de dikanênên hinek esnafan a di bazara qurbanan de bi binasiya ku bêhna pîs dide hat xerakirin.

Esnafê xwediyê dikanan diyar kir ku peymana wan heta sala 2018an bûye lê di gel vê yekê dikan hatine xerakirin. Ji ber vê yekê esnaf ji şaredariyê re bertek nîşan da.

Ji esnafan Cengîz Aydar diyar kir ku şaredariyê vê zivistanê wan mexdûr kiriye. Dûvre Aydar wiha ragihand: “Dabaş tetbîq bes ji bo hinek esnafan e. Ji bo her esnafê nîne. Dikanên me rakirin. Tevlê dikanên hember bebûn. Kena çiye bêhn tê. Ji ber vê yekê dikanên me rakirine. Vê zivistanê me avêtin derve.”

“Paymana me didomiya me zivistanê avêtin derve”

Aydar wiha diyar kir: “Ba dilê xwe ji me re ciyekî temîn kirine. Lê rast e. Ne dikan, ne binesazî û ne jî ceyran heye. Yanî erdeki rast. Şaredarî dikanên me xera kir. Vê zivistanê me avêtin derve. Paymana me didomiya me zivistanê avêtin derve.”

Dogan Arslanoglu diyar kir pêwîst e ciyê ku şaredarî ji wan re texîs kiriye pêwîst e ku avahî û binesazî saz bike. Arslanoglu bal kişan ku di holê de neheqî heye. Qe nebe vila îhtiyaciyên wan werin temînkirin.

Mucahît Arsan jî bang li şaredariyê kir da ku mihtaciyên wan were temînkirin. Dûvre Arsan wiha axivî: “Ciyê ku şaredarî texsîs kiriye rast e. Li wê derê her cûr reqîxwar û diz hene. 9 heywanên min ên tovî hene. Ez dê van li ku û çawa bihewînim? Divê ku em nobedarek bigirin da ku malê xwe bikarin biparêzin.”

“Bendewar neman da ku peymana me biqede”

Atîlla Çîrtî jî wiha ragihand: “Em di sala 2008an hatin vir. Heta sala 2018an peymana me hey. Peymana me hat feshkirin. Vira hatin xerakirin. Gilî jî ji ber bêhna nogin û conegayên ku hatibûn îdxalkirin bû. Vê yekê jî Odeya Qesaban a Şaredariyê anî. Gelek însan ji ber bêhna heywanên îdxal gilîdar bûn. Dûvre vê giliyê avêtin sitûyê kesên ku heywan li xwe nezir kiribûn. Şaredarî dibêje ‘min ciyekî 40 kesî çêkiriye. Herin li wir mêze bikin. 10 erebe micir rijandine wir. Ne av ne ceyrana wê heye. Tu tiştekî tune. Hevalên me çûn meclîsê hevdîtin kirin lê pere nekir.” (ÎLKHA) 



















Bu haberler de ilginizi çekebilir