• DOLAR 32.378
  • EURO 35.001
  • ALTIN 2325.92
  • ...
Welatên endamên NYyê mafên însanan îhlal dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Bajarê Êlihê Yê HUDA PARê Davut Şahîn bi Minasebeta ‘Roja Mafên Însanan a 10ê Berfanbarê’ di serokatiyê bajêr a Êlihê de daxuyanî da.

Şahîn wiha destnîşan kir: “Îro Roja Mafên Însanan a Cîhanê ya 10ê Berfanbarê ye. 68 sal berê Miletên Yekbûyî ji bo ku hemî mafên însanan biparêze îmzaya xwe avêt bin metnekî wiha. Îro dîsa roja 10ê Berfanbarê ye. Dema ku em li hawîrdora xwe mêze dikin bi taybet di welatên Îslamê de hema hema li hemî erdnîgarên Îslamê de Misliman tên qetilkirin. Hemî mafên însanî û îslamî tên xwespkirin û kesên ku vê dikin ew kesên ku îmza avêtine bin wê metnê. Îro li Heleb, Arakan, Filîstînê û gelek derên din zarok tên kuştin. dayîk feryad dikin. Mafên din daynin aliyeke qene hahêlin ku bijîn. Miletên ku soza parastinê dane van li ser vê yekê li pey hesabên din in.”

Şahîn piştî ku destnîşan kir divê ku welatên Îslamê bibin yek û mafên mistezefan biparêzin. Dûvre Şahîn wiha dawî li axavtina xwe anî: “Wekê Neteweyiyên Yekbûyî gelek saziyên din mijarên wiha li ser metnan îmza kirine. Ji xwe hinek welat ji bo berjewendî û armancên xwe di gelek mijaran de neheqî dikin. Ev yek jî ewlebûna liv an saziyan kêm dike. Wek Serokê HUDA PARê diya dikim çare ew e ku divê ku welatên Îslamê bibin yek û mafên mistezefan biparêzin. Di serî de mistezaf û mezlûm Roja Mafên Însanan a hemî kesan pîroz bibe.” (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir