• DOLAR 32.383
  • EURO 35.107
  • ALTIN 2326.38
  • ...
Parêzerên Doza Mavî Marmarayê ji biryarê re bertek nîşan dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Niştina 15 emîn a Doza Mavî Marmarayê di Dadgeha Çaglayana Stenbolê de hat dîtin. Bersûc beşdarê niştinê nebûn. Parêzer wek temsîlkar beşdarê dozê bûn. Doza Mavî Marmarayê ya ku 4 leşkerên Îsraîlê dihatin darizandin hat betalkirin.

Beriya niştinê ya ku di Dadgeha Cezaya Giran a 7 emîn de dihat dîtin xizmên meqtûlan û mexdûr hatin derbkirin. Nivîskar Ozkose jî bi şiklekî dereqanûnî ji salonê hat derxistin. Piştî vê yekê parêzerên dozê cubeyên xwe derxistin û vê yekê protesto kirin.

Parêzerên ku ji salonê derketin rewşê protesto kirin û daxuyanî dan. Ji parêzerên dozê Yasîn Şamli daxuyanî da. Di daxuyaniyê de diyar kir biryara mehkemê çi dibe bila bibe bersûc him wek qanûnî û him jî di nezera gel de hatine mehkûmkirin.

Şanli wiha diyar kir: “Ji roja ku doza Mavî Marmarayê hatiye destpêkirin heta niha em dozê dişipînin. Heta niha hat asta qonaxek. Lê daxwaziyên me hemî hatin redkirin. Daxwaziya me ya guhdarkirina wan û pirsên ji wan re hatin redkirin. Ji ber vê yekê em bi bawer in ku dadgehê dozê gor qanûnan birêve nebiriye.

Şanli diyar kir kesên ku hatin qetilkirin ji bo mirovahiyê temsîlkar bûn. Dûvre Şanli wiha pêde çû: “Mehkeme biryara çi dide bila bide em wiha bawer dikin; ‘heke dadgeh di derheqê sûcdaran de biryara beraet bidin û dozê betal bikin jî yên sûcdar hi gor qanûnê û him gor him jî gor nezera gel hatine mehkûmkirin. Însanên ku ji zarokên Filîstînî re derman dibirin ji bo mirovahiyê temsîlkar bûn û di destê wan de amûrekî sûcê tunebûye. Wan temsîlkartiya mirovahiyê dikirin. Me jî çi ji destê me hat hewl da ku mafên wan biparêzin. Di dawî de me dît ku qaîdeyan îhlal dikin me salonê terk kir.”

Ji parêzerên dozê Gulden Sonmez jî bal kişand ku ew bes ji ber êrîşa Mavî Marmarayê nedihatin darizandin. Ew ji ber ku wan li Filîstînê Însanan qetil kirinûn dihatin darizandin.

Ji xwe me hikmê wan dabû”

Sonmez wiha diyar kir: “Ev bersûc 6 sal e ku tên darizandin. Van bes di Mavî Marmarayê de birayên me şehîd nekirin. Wan hêtîm, kal û pîr, nexweş li Xezeya Flîstînê qetilkirine. Ev bes di Doza Mavî Marmarayê de nedihatin darizandin. Ev li vir ji bo hêtîmên Xezê dihatin darizandin. “ (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir