• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Lijneya HUDA PARê ji bo serdana sersaxîyê Barzanî ziyaret kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Lijneya HUDA PARê ji bo serdana sersaxîyê çû ziyareta Serokê Herema Kurdistanê Mesûd Barzaniyê ku roja duşemê xweha wî wefat kiribû.

Heyeta HUDA PARê ji teref Sîdar Barzaniyê Arîkarê Serokê Herema Kurdistanê,  Fermandarê Artêşê Şîrwan Barzanî û ji teref Sekreterê Giştî Barzan ve hat pêşîwazkirin.Heyet dû re derbasî gundê Dorê bû û beşdarî taziyê bû. Heyet li vê derê sersaxî da Serokê Herema Kurdistanê Mesûd Barzanî.

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Temel di taziyê de ji xweha Barzanî re rehmet û ji malbata wê re jî sebir daxwaz kir.

Temel di axavtina xwe ya ku li cihê şînê kir  de wiha destnîşan kir ‘Em bawer dikin dema ku êş û huznên me hebin jî divê em li ba hev bin.Ez bi vê wesîleyê cardin ji merhûmeyê re rehmet û maxfîretê û di şexsê Birêz Serok de ji temamê malbata Barzaniyan re  jî sebrê niyaz dikim.”

Mesûd Barzanî ji ber ziyareta ku hatiye kirin kêfxweşiyên xwe anî zimên û destnîşan kir ji bo wan têkiliya beranber ya di nava xelkê heremê de girîng e.

Barzanî di berdewama axavtina xwe de wiha diyar kir: “Li herema me gelek mişkîleyên cidî hene.Ji bo mişkîleyên diqewemin bên çareserkirin  vekirina qanalên têkilîya beranber  û  ji bo çareseriya pirsgirêkan nîşandayîna vîna çareseriya hevpar  girîng û lê hêjaye.”

Heyet piştî sersaxîyê derbasî Goristina Şehîdên Enfalê bûn û li wê derê li ser rûhê şehîdan fatîha xwendin û dû re jî gora Mela Mistefa Barzanî û ya malbata wî ziyaret kirin.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir