Otobusên şaredarî û zanîngehê hatin şewitandin
3 otobusên ku aîdî Şaredariya Mezin a Diyarbekirê û Zanîngeha Dîcleyê ne ji teref kesên ku nasnameyên wan nediyar in ve hatin şewitandin.
3 otobusên ku aîdî Şaredariya Mezin a Diyarbekirê û Zanîngeha Dîcleyê ne di derdora seat 04.00an de li Baglarê ji teref kesên ku nasnameyên wan nediyar in ve hatin şewitandin.
Di derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin
Dîsa di wan rojên borî de li heman taxê otobuseke taybet a xelkê hatibû şewitandin. Cahît Karadaşê ku xwediyê otobusê bû di derbarê mijarê de destnîşan kiribû piştî ku qayûm tayînî şaredariyê hat kirin re ev bûyerên şewitandinê zêde bûn.(ÎLKHA)