• DOLAR 32.572
  • EURO 34.925
  • ALTIN 2424.65
  • ...
Di ocaxa madenê de karkerekî din jî hat derxistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wekê ku tê zanîn di 17ê Mijdarê de li navçeya Şêrwana Sêrtê hezaz çêbûbû. Di encama hezazê de 16 kes di bin axê de mabûn û herî dawî jimara kesên ku hatibûn derxistin 12 bû. Hat ragihandin ku kesek din jî hatiye derxistin.

Hat ragihandin ku di bin hezaza li navçeya Şêrwana Sêrtê cesedek dih jî hatiye derxistin. Bi vê yekê re ji 16 kesan jimara kesên ku cesedên wan hatine derxistin bû 13. Nasnameya kesê ku di bin hezazê de derxistine hêj nehatiye eşkerekirin.

Hat ragihandin xebatên di ocaxê de bê navber didomin da ku cesedên din ên bin hezazê de werin dîtin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir