• DOLAR 32.494
  • EURO 34.775
  • ALTIN 2481.468
  • ...
 "Amadekirina makeqanûneke ku bi nirxên xelkê re lihevhatî be deynê namûsê ya siyasetê ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Pêwîst e saziya sîyasetê makeqanûneke ku bi nirxên dînî yên  xelkê re lihevhatî be amade bike ku ev yek deynê namûsê ya siyasetê ye”

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz di civîna ku li Rihayê  bi endamên çapemeniyê re li dar xist de destnîşan kir pêwîst e  makeqanûna nû ya ku dê bê amadekirin  bi nirxên dînî yên  xelkê re lihevhatî be  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Sîstem dibe çi bila bibe, ji bo me ev yek ne muhîm e.Ji bo ya muhîm ew e, ka ew sîstema nû ya ku dê bê ji bo mişkîleyên xelkê yên mîna sîyasî, îqtîsadî, tîcarî, çandî û yên din dê ka çi çareseriyan bînî ye.Di vî warî de tê diyarkirin di nava AK Partî û MHPê de mutaqabatek heye.Ji ber ku em vê mutaqabatê bi giştî nizanin em nikarin vê kêliyê tiştekî bibêjin.Wiha xuya dike guhartina makeqanûnê tenê ji bo avêtina bingeha serokatiyê ye.Em vê yekê rexne dikin.Nexasim piştî 15ê Tîrmehê derket holê ku ka ev xelk bi çi awayî li îradeya xwe xwedî derketiye.Ji ber vê yekê  pêwîst e saziya sîyasetê makeqanûneke ku bi nirxên dînî yên  xelkê re lihevhatî be amade bike ku ev yek deynê namûsê ya siyasetê ye.”

 “Me di 3 mijaran de hikûmetê sûcdar kir”

Yavuz di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir problemên ku di cografyaya Îslamê de rû dane ji ber polîtîkayên çewt ên welatên Îslamê ne  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em hêj ji berê ve  di 3 mijaran de hikûmetê sûcdar dikir.A yekem meseleya Sûriyê ya duyem pêvajoya çareseriyê û ya sêyemîn jî helwesta bêtawîz a li dijî FETO.Ev 4 sal e em van  tiştan dibêjin.Ew gavên ku di warê meseleya Sûriyê de hatin avêtin bûn sedema faciayên çawa, ew gavên çewt ên ku di warê pêvajoya çareseriyê de hatin avêtin û ev zihniyet çawa bûn sedema   mirina bi hezaran însanan, çawa bajarên me hatine xerakirin û helwesta li dijî FETO bûn sedema çi encaman.Ev her sê melese bûn sedemên çi.Madem wisa ye, naxwe divê dev ji van xeletiyan bê berdan.”

“Nêzîkbûna li Îsraîl dûrketina ji erdnigariya Îslamê ye”

Yavuz di berdewama axavtina xwe de qala pêvajoya ku di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewrûpayê de berdewam dike kir û destnîşan kir YE piştî 60 salan cara ewil rûyê xwe ya rastî nîşan daye, Yavuz dû re di derheqê doza Mavî Marmarayê de wiha nirxandinan kir: “Ji ber ku mexdûrên doza Mavî Marmarayê bi tena serê xwe hatin hiştin em xemgîn in, xwesteka betalkirina doza Mavî Marmarayê ya ku ji teref mehekemê ve hatiye xwestin ne ya qebûlkirinê ye.Dil dixwast ku  tu tesîra vê lihevkirinê li ser van derdoran çênebûbana, li gor me ev lihevkirin ji bînê ve çewt e. Nêzîkbûna li Îsraîl dûrketina ji erdinagirya Îslamê ye.Çi dibe bila bibe em nikarin bi Îsraîl re li hev bikin.Lewra Îsraîl çavkaniya sereke ya mişkîleyên li erdnigariya Îslamê ye.Ev yek xençereke ku di sînga me de rakirine ye.Ji ber vê yekê bi Îsraîlê re livekirin li rexekî divê gavên ku dê werin wateya  meşrûtiyeta Îsraîlê jî neyên avêtin.Em teleba betalkirina dozê ya ku jê re lihevkirin wek hincet tê nîşandan wek facîayê dibînin û li gor me ev yek  bi tu awayî nayê qebûlkirin.Em diyar dikin em wek HUDA PARê  her tim li ba şehîdên ezîz ên Mavî Marmarayê û li ba malbatên wan in, her wiha em silavan li berxwedêran dikin.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir