• DOLAR 32.389
  • EURO 35.434
  • ALTIN 2324.336
  • ...
 "Li Nisêbînê 6 hezar 182 avahiyên bi xisar û xirabeyî hene"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîrê Hawîrdor û Bajarvaniyê Mehmet Ozhassekî diyar kir ku ji ber şer û pevçûnên li Nisêbînê qewimîne li navçeyê 6 hezar 182 avahiyên bi xisar û xirabeyî hene.

Wezîrê Hawîrdor û Bajarvaniyê Mehmet Ozhassekî û lijneya pê re ya ku çûn walîtiya Mêrdînê ji Waliyê Mêrdînê Yamaê agahî sitand. Dûvre Ozhasekî civîna ku ji çapemeniyê re girtî bû lidarxist.

Ozhasekiyê ku piştî civînê ji çapemeniyê re daxuyanî da diyar kir ku ziyareta wan a Mêrdînê derengî maye. Dûvre Ozhasekî wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xweda carek din rojên xerab nede nîşanê me. Xweda carek din tiştên ku dê nav me de zirarê bide dostitî, biratî û yekitiya me nede nîşanê me. Lê piştî ku yên çêbûn wezîfa dewletê ew e ku birînên li vir bipêçe. Di vê bergehê de hinek projeyên me hene. Amdehiyên me hene. Dê em îro li ser navçeya xwe ya Nisêbînê bisekinin.”

Ozhasekî destnîşan kir ku li Nisêbînê 6 hezar 182 avahiyên bi xisar û xirabeyî hene. Her wiha Ozhasekî diyar kir ku ji xeynê van avahiyan avahiyên ku kêm xisardar in hene û binesazî pir xerab e. Dûvre Ozhasekî wiha diyar kir: “Gelek şaredariyên ku berê hatine serê wezîfê negotine em binesazî û rê, avahî saz bikin. Aqlê wan bi şiklekî din xebitiye. Wekê alîkarîkirina rêxistinên terorê, piştgirîdayîna wan û hêsankirina karê wan û heta bikaranîna wek baregeha lojîstîk a şaredariyê.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir