• DOLAR 32.579
  • EURO 34.889
  • ALTIN 2438.203
  • ...
"Çavkaniya hemî cengên cîhanê DYEya xwediyê dolarê ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Êlihê hinek hemwelatî li ser bangewaziya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ya wek ‘kesên ku di bin balîfê de dovîzên wan hene bila perên xwe bizivirînin zêr û TLyan’ dolarên di destê xwe de hûr kirin û piştgirî dan bangewaziyê.

Batmaniyên diyar kirin armanca wan a bi hewldana piştgiriya vê bangewaziyê re ew e ku bes lîstika DYE û Ewrûpayê xera bikin.

Zîya Ulhak Yamaç diyar kir ku wî bi bangewaziya serokkomar re dolarên di destê xwe de hûr kiriye. Dûvre Yamaç wiha diyar kir: “Me ji bo ku dolar dakeve dolarên di destê xwe de hûr kir. Hewldanekî me ya wiha çêbû. Wekê ku hûn dizanin dolar perê Dewletên Yekîneyên Emrîka (DYE) ye. Li ser dolarê pîramîtek heye û ev pîramît decalîzmê sembolîze dike. Çavkaniya hemî cengên cîhanê DYEya xwediyê dolarê û ya Ewrûpaya milê wê ya rastî ye. Me jî ji bo aboriya gelê xwe xort bikin û ji wan dûr bikevin vê yekê kir. Em temenî dikin ku ev yek li her derê welatê belav bibe.”

Yamaç destîşan kir ku dolar sedema hemî qeyranên li cîhanê ye. Dûvre wiha pê de çû: “Divê ku mirov ehemiyetê bide vê yekê. Di dinê de bes dolar wek pere bê gerew tê çapkirin. Heke îro di berîka me de heke 100 dolar hebe ev tê wê watê ku qrediya bê gerew dê ji Emrîka re pere were dayîn. Ji ber vê yekê sedema ceng û herbên li herêm, xwîn rijandina li dinê, rewşa Arakan û Rojhilata Navîn koma mejiya deccal DYE, Ewrûpa, Çîn û Ûris e. Ji ber vê yekê em bangewazî dikin da ku însan dev ji dolarê berdin.”

Ji hemwelatiyan Fadil Ozdemîr jî bal kişand ku DYE hewl dide Tirkiyê têxe qeyrana aborî. Dûvre Ozdemîr wiha pê de çû: “Di 15ê Tîrmehê de hewl hat dayîn ku di welatê me de operasyonek lidar bixin. Em dizanin ku tiliya Xerb û Emrîka di vê yekê de heye. Ji ber ku derbe pêk nehat wek aborî hewl didin ku Tirkiyê sewqê qeyrana aborî bikin. Me jî çawa ku li dijî derbeyê di qadan de tekoşîn kir bi heman şiklê em dolarên xwe hûr dikin da ku bersiva vê yekê bidin.”

Ozdemîr wiha ragihand: “Îro bi bangewaziya Birêz Serokkomar ji bo ku sefa xwe diyar bikin heke hindik jî bibe em hatin me dolarên xwe hûr kir. Me ji bo refah û mesleheta welat û miletê xwe guh da vê bangewaziyê. Derbe bes bi çek, top û tankan pêk nayê. Bi qeyrana aborî jî li dijî welatên Mislimanan pêk tê.”

Dowîzger Fahrî Alkan jî belav kir piştî ku Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan bangewaziyeke wiha kiriye gel berê xwe dane dikanên dowîzan da ku dolar hûr bikin. (ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir