• DOLAR 32.372
  • EURO 34.963
  • ALTIN 2325.61
  • ...
 "Bila parîkek nanê zûwa ji qirika me derbas bibe da ku em ji nêza nemrin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Muhîttîn Gillî di berdewama axavtina xwe destnîşan kir li Sûriyê qetlîamên rejîm û Rûsyayê bênavber berdewam dikin û her wiha temamê dinyayê dibîne ku ji bin enqazan bedenên zarok û pîrekan derdikevin.

Gilliyê ku kampên him rexê Tirkiyê û him jî yên li rexê Sûriyê lêkolînan kir di derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re wiha axivî: “LI firina li Reyhanliyê  rojane bi 15 ton arvan nan tê çêkirin.Li Kilîsê jî firineke aîdî komeleya me heye.Digel firinên din rojane 2 milyon nan tê çêkirin.”

Gillî diyar kir ji Sûriyeyiyên  ku li rexê Reyhanliyê dimînin re arîkariyên wan berdewam dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me li wê derê nexweşxane û êtîmxanê ziyaret kir.Me li wê derê  gundê êtîman a ku ji teref ÎHHyê ve hatiye sazkirin ziyaret kir.Di mehekê de dê bê vekirin.Nêzî hezar  êtîmên me dê li vê derê perwerdehiyê bibînin û temamê mesrefên wan bê temînkirin.Ev der li ser 100 donim arazî hatiye sazkirin.”

Gîllî di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ew li terefa Kilîsê navendên lojîstlîk jî ziyaret kirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me kampên li wê derê ziyaret kir.Bawer bikin li wê derê ji ber ku berî vê çend rojan  arvan dikir xelas bibe  êdî xizmet gihaştibû asta sekinînê.Li Tirkiyê cardin kampanyaya arvan hat destpêkirin.Bi xîreta însanên me firinên me cardin dest bi xizmetê kirin.Em li vê derê rojane ji 25 hezar Sûriyeyî re nanê germ didin.Xwarin jî li navendên lojîstîk tên çêkirin û bi TIRan ji bo birayên me Sûriyeyî tên anîn û ji wan re tên belavkirin.”

Gillî destnîşan kir rewşa Sûriyeyiyên ku li rexê Tirkiyê dijîn ji yên rexê Sûriyê baştir e, lewra kesên ku li rexê Sûriyê dimînin  nebaş e û bi mişkîleyên cûrbecûr re rûbirû dimînin.Gillî dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me li rexê Sûriyê him bajêra konan û him jî ya konteyniran ziyaret kir.Bajêra konteyniran rewşa wan paktir e.Di van bajêra konteyniran de ji dêla hezar malbatî hezar û 500 malbat dijîn.Ev dîsa di şertên normal de jiyana xwe didomînin.Em li bajarên konan jî gerîyan, lê belê li wê derê rewş xirabtir e, mirov nikare ji bêhna lexemê îdare bike.Di bin çadiran de ava kanalîzasyonê diherike.Însan di bin şert û mercên giran de  di nava wan çadiran de hewil didin bijîn.”

Gillî di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir li rexê Sûriyê nexweşxaneyek hatiye avakirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bi navê Zanîngeha Şamê zanîngehek hat sazkirin, a niha lê perwerde tê dayîn, ji çar fakulteyan pêk tê.Heta niha li cihên ku me qala wan kir ji teref  ÎHH û komeleyên bira ve xizmet tên kirin.”

Gillî di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir însanên wan deran vê dibêjin ‘Em hîn bûn ku di van konan de bijîn, lê daxwazîke me tenê heye.Bila parîkek nanê zûwa ji qirika me derbas bibe da ku em ji nêza nemrin.Mirina wekî din me daye li ber çavên xwe.” û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Elbet li Helebê zehmetiyeke mezintir tê kişandin.Li wê derê  nexweşxaneyeke dawî hebû ku ew jî hat ruxandin.A niha li Helebê nexweşxane nîne.Gelek hindik doxtor hene.Ji bo tedawiyê alav nînin.Nikarin eleqeya xwe ji nexweşên giran bînin, wan dideynin kêlekê.Nexweşên ku rewşa wan siviktir e tên tedawîkirin.Kesên ku rewşa wan xiraba dixin torbeyên cesedan û carinan tên kontrol dikin, ger ku miribin  jixwe wan defin dikin, lê ger ku nemiribin jî li benda wan disekinin.Tu îmkanan a mudaxeleyê nîne.”

Gillî di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir  Heleb di bin bombebarana Rûsya û Esed de tê rûxandin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Digel hemû şertan kesên li wê derê hewil didin bijîn.Feryad dikin û dibêjin ‘Bila em ji serma û nêza nemirin.’ Dibêjin miheqeq ji me re alîkarî bikin.Em wek ÎHH cardin kampanyaya zivistanê da destpêkirin.Ger ku herkes tiştê ku li ser wan dikeve bîne cî dê em karibin li ber îxtîyacan re bigihijin.”(ÎLKHA)





































Bu haberler de ilginizi çekebilir