• DOLAR 32.602
  • EURO 34.82
  • ALTIN 2497.616
  • ...
 "Em edaletê ji kî hêvî bikin?"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xizmên Yasîn Boru û hevalên wî piştî ku doz dûbare taloq avêt axivîn. Wan diyar kirin ew hêvîfar in ku darizandineke adilane pêk were û pêwîst e kesên ku qetlîamê dane kirin jî midaxilê dozê bibin.

Doza Yasîn Boru û ya hevalên wî ya ku wek niştina 10 emîn di Mehkemeya Cezaya Giran a 2 yemîn a Enqerê de dihat dîtin taloqê 28ê meha berfanbarê bû. Malbatên ku ji ber doz dîsa taloq avêtiye bertek nîşan dan û diyar kirin hewl tê dayîn ku doz were şêlîkirin.

Oztekîn Dakakê bavê Huseyîn Dakakê di 6-8ê Cotmehê de hat qetilkirin diyarkir pêwîst e kesên ku vê yekê dane kirin jî midaxilê dozê bibin. Dûvre wiha axivî: “Em hêvîdar in ku Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî werin darizandin.”

Dakak wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji roja ewil pê ve min guman nekiriye ku ev mehkeme edaletê pêk bîne. Mehkemeya ku kesê telefona lawê min dizîbû hat taloqkirin. Em çûn niştina 2 yemîn. Şexsê ku telefonê dizîbû serbest berdan. Bê me darizandineke çêbû. Wî wek negirtî serbest berdan. Em ji kî hêviya edaletê bikin?”

“Kesên ku qetlê dane kirin di dosyayê de tunin”

Dakak wiha axavtina xwe domand: “Pêwîst e kesên ku vê qetlê dane kirin jî midaxilê dozê bibin. Em dixwazin ku Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî ji vî deriyê têkevin hindir û werin darizandin.”

Mustafa Boruyê mamê Yasîn Boru diyar kir divê kesên ku qetlîamê dane kirin jî midaxilê dosyayê bibin. Boru diyar kir ku tu geşedaneke erênî di dozê de çênebûye. Dûvre Boru wiha ragihand: “Maşeyên kesên ku vê qetlê dane kirin jî tên darizandin. Lê hêj kesên ku vê yekê dane kirin di dozê de tunin. Di derbarê vê yekê de encamek derneket. Tu delîlên li Diyarbekirê jî negihaştiye vir. Heta dikarin dozê şolî dikin. Em dixwazin ku hemî Misliman xwedî li vê dozê derkevin.”

“Di mehkemê de heman lîstik hat lîstin”

Mehmet Gokgozê bavê Hasan Gokgoz jî diyar kir divê kesên ku vê yekê kirine jî bila bên darizandin. Dûvre Gokgoz wiha destnîşan kir: “Di vê niştinê de guhertineke tunebû. Heman senaryo hat lîstin. Parêzer ji wan re dibêjin diz. Yê diz bibe qey kurê min jî nakuje? Ev hemî lîstik in. Dema lawê mun şehît ket diyar bû ku kî telefona wî diziye. Ez dixwazim ku ew jî midaxîlê vê dozê bibe û dosyeyan bikin yek dûvre bişînin Enqerê. Ez dixwazim Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî midaxilê vê dosyayê bikin da ku ew jî werin darizandin.” (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir