• DOLAR 32.57
  • EURO 34.91
  • ALTIN 2432.9
  • ...
"Qatîlên zarokên me bes ew kûjer nînin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Siyasetmedar, nûnerên STKyan û rojnamegerên ku niştina 10 emîn a doza Yasîn Boru, Rîyad Guneş, Huseyîn Dakak û Hasan Gokgöoz doşopînin bal kişandin ku kesên wê qetlê dane kirin siyasiyên HDPyî ne û diyar kirin çima wan daxîlê dosyaya vê dozê nekirine.

Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîrê dozê dişopîne diyar kir ku hêj di dozê de geşedanek çênebûye. Demîr diyar kir pêwîst e ku bi vê dozê wîjdana qamûyê were rehetkirin.

“Ji ber ku hişmendiyek derxistiye holê Yasîn Boru û hevalên wî pir girîng in”

Demîr diyar kir ku qetilkirina Yasîn Boru û yên hevalên wî ew sûc e ku li dijî mirovahiyê hatiye kirin. Dûvre demîr wiha pê de çû: “Ji bo ku dosya were temamkirin belheyên ku ji saziya edlî dihat xwestin dîsa nehat. Bi tu şiklê nev dosya nayên temamkirin. Alîkarî nayê kirin. Em bawer in ku vê yekê qestî dikin. Lewra niştina 10 emîn bû lê di derbarê vê yekê de geşedanek çênebû. Ev vê yekê da nîşanî me; ‘li Tirkiyê canê însanan pio erzan e. Yanî em nikarin bibêjin Doza Yasîn Boru bes ji qetilkirina 4 kesan pêk tê. Ji ber ku hişmendiyek derxistiye holê Yasîn Boru û hevalên wî pir girîng in.”

Demîr wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lê di derbarê sûcên ku li dijî mirovahiyê tê kirin, sûcên ku li dijî baweriyê tên kirin, sûcên ku li dijî gel tên kirin de mekanîzmaya dewletê pirr giran e û exlebê van sûcan bê ceza dimîne. Sûcên Yasîn Boru û hewalên wî û sûcên wê heyamê yên di derbarê vê yekê de sûcekî mirovahiyê ya cidî ye. Ji ber vê yekê bê bersiv dimîne. Me dît ku ev doz tê suîstîmalkirin û hewl tê dayîn ku ji vê yekê rant were temînkirin.”

Demîr diyar kir ku ji niştinên dê pêk werin hêvîdar nînin. Dûvre Demîr wiha destnîşan kir: “Doza Yasîn Boru û yên hevalên wî bi bersûcên diyar in sînordar e. Rastî em vê yekê kêmasiyeke mezin dihesibînin. Ev dozek firehtir e. Bingeha vê yekê heye. Niçika siyasî, edlî yên vê dozê hene. Pêwîst e ku tememê van derkevin mehkemê.”

Serokê Giştî yê Cemiyeta Mafên Însanan (ÎHC) Parêzer Mehmet Karadag di dervarê mijarê de nirxandin kir. Karadag diyar kir delîlên lêpirsînê di qonaxa teqîbatê de werin temînkirin.

“Ji teref raya giştî ve tê hêvîkirin ku ev yek bi şiklekî baş û rêk û pêk dawî lê were”

Karadagê diyar kir ku dozê ji nêzîk ve dişopînin. Dûvre Karadag wiha diyar kir: “Di 6-8ê Cotmehê de qetlîamên wehşiyane pêk hatibûn. Li Diyarbekirê ev qetlîamekî veşartî nebû. Bi şiklekî eşkere bû û di navenda bajêr de bi sedan însan daxîl î şahidê vê yekê bûn. Niha piştî hevdîtinê ev hat ragihandin. 21 bersûc hene. Lê ev yek ji teref 21 kesan pêk nehat. Ev yek ji teref gelek kesan ve hat kirin. Ji teref raya giştî ve tê hêvîkirin ku ev yek bi şiklekî baş û rêk û pêk dawî lê were. Ji bo vê yekê jî divê ku raya giştî vê yekê darizîne û bişopîne.”

Karadag bal kişand ser kêmasiyên di dosyayê de û destnîşan kir ew hêvîdar in ku dadgeh di derheqê bersûcan de biryarekî adilane bide.

Nivîskarê Rojnameya Dogruhaberê Mehmet Goktaş belav kir ku doza Yasîn Boru mezintir bûye û parlementerên ku vê yekê dane kirin di wîjdana raya giştî de hatine mehkûmkirin.

Dûvre Goktaş wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema kesekî ji derve were û bala xwe bide vê dozê dê çi bifikire, hûn dizanin? Dê bibêje ji derve 25 zarokên belengaz û bê guneh ji derve girtine û di hindir de didin sekinandin. Operasyona îdrakkirinekî wisa heye. Însanên me dizanin ev çawa dest pê kiriye.”

 “Însanên me Demîrtaşan di wîjdanên xwe de mehkûm kirine”

Goktaş diyar kir divê kesên ku vê qetlîamê dane kirin jî werin darizandin. Dûvre wiha dawî li axavtina xwe anî: “Doza Yasînan mezin dibe. Xweda dê nede jibîrkirin û dê ev doz mezintir bibe. Însanên me Demîrtaşan di wîjdanên xwe de mehkûm kirine. Di nezda Misliman û kesên hestyar de ji xwe ev qatîl in. Qatîlên zarokên me bes ew kûjer nînin. Vê biryarê gelê me daye. Lê dê ev yek di qorîdorên adliyeyê de tecelî bike. Em wiha bawer dikin.”(ÎLKHA) 











Bu haberler de ilginizi çekebilir