Li Diyarbekirê pevçûn: 2 birîndar
Li Diyarbekirê di du pevçûnên ku li cihên cuda derketin de PKKyiyek û qîzeke piçûk birîndar bûn û kesek jî hat binçavkirin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li du xalên cuda yên Diyarbekirê pevçûn derket.Di pevçûna ku li Sîteya Tomerîfiroşan a Baglara Diyarbekirê derket de PKKyiyek wek birîndar û kesek din hatin binçavkirin, her wiha di pevçûnê de qîzeke piçûk jî birîndar bû.
Her wiha hat hînbûn polêsên Harekata Taybet di ser PKKyiyekî ku haziriya çalakiyê dikir de gule reşandin, di pevçûna ku derket de kesê PKKyî birîndar bû.
Kesên birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)