• DOLAR 32.332
  • EURO 35.038
  • ALTIN 2320.606
  • ...
Serokkomar Erdogan: Diwîzên xwe bizivirînin zêr û TLyan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokkomar Recepe Tayyîp Erdogan li Enqerê di vekirina OTONOMÎya navenda ticareta otomotîvê ya ku saziya wê qediya de axivî. Erdogan wiha bangewaziya gel kir: “Kesên ku diwîzên xwe danîne bin balîfê bila werin wê diwîzê bizivirînin zêr û TLyan da ku qîmeta TLyê û zêr zêde bibe. Werin vê yekê bikin. Dema ku hûn vê yekê bikin dê lîstika hinekan xera bibe.”

Serokkomar Erdoganê ku li Enqerê di vekirina OTONOMÎya navenda ticareta otomotîvê ya ku saziya wê qediya de axivî di derbarê geşedanên ku di van rojên dawî de çêdin de wiha axivî: “Di van rojên dawî de pirsgirêgeke diwîzê derxistin. Dolar wiha bû, dolar wiha çû. Çi dibe bila bibe ez vê yekê tînim bîra gelê xwe; birêz gelê min, ji bo Xweda ez ji we hez dikim. Kesên ku diwîzên xwe danîne bin balîfê bila werin wê diwîzê bizivirînin zêr û TLyan da ku qîmeta TLyê û zêr zêde bibe. Werin vê yekê bikin. Dema ku hûn vê yekê bikin dê lîstika hinekan xera bibe.” (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir