• DOLAR 32.426
  • EURO 35.01
  • ALTIN 2324.925
  • ...
Ji HUDA PARê banga Helebê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Navenda Giştî ya HUDA PARê ji ber ku li Helebê hêj qetlîamên rejîma Sûriyê û Rûsyayê berdewam dikin daxuyaniyek da.Di daxuyaniya ku hat dayîn de di derbarê mijarê de wiha hat destîşankirin: “Herba Sûriyê ya ku ji sala 2011an vir ve berdewam dike êdî bûye îmtîhana însanetîyê.Her  caneke ku tê kuştin, her mabedeke ku tê xerakirin û her  maleke ku tê hilweşandin di hişên me de şopên mayînde dihêlin. Ji rexekî ve bi milyonanan însan war û welatên xwe terikandin û ev jî nebes bû  însanên ku tu cihên wan ji xeynî malên wan tûneye biçinê li ber çavê temamê dinyayê bi neçarî ji mirinê re hatine terkkirin.Di van rojên dawî de Helebî  bi du vebijerkên  mirinê re rûbirû hatine hiştin; an di malên xwe de mirin an jî di rêya koçê de mirin.”

Di berdewama daxuyaniyê de di bîran hat xistin ku  li Sûriyê cihên nîştecihan hatine wêrankirin û êrîşên ku dibin sedema mirinên însanan bêperwa tên kirin zêde bûne, dû re wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Di herba ku berdewam dike de şîarên hiqûqa herbê û temamê nirxên însanî tên binpêkirin, ev yek bûye sedema  mirina nêzî milyonek însan û bûye sedema koçkirina bi milyonan însanan.Ew çalakîyên ku kesên însan be dê piştgiriyê nedê wan  bêperwa tên kirin û nîştecih tên wêrankirin.Bi êrîşên plankirî yên balafirên  Rûsya û rejîma baasê  nexweşxaneya herî dawî ya li Helebê  hat bombebarankirin û  zarok û pîrekên birîndar ji mirinê re hatin terkkirin.Li Helebê 300 hezar însan di 30 kîlometer çarçik de asê mane.”

Welatên Îslamê demildest ji bo ku xwîna Mislimanan a ku diherike bisekine divê werin ba hev

Di berdewama daxuyaniyê de hat ragihandin tu meslehetên siyasî kuştina zarokên Helebî meşrû nake  û wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Di vê rewşa bi êş û elem de Neteweyên Yekbûyî tenê banga alîkarî û agirbestê dike û welatên Îslamê jî  di nav xwe de li hev nakin ku ev yek jî dibe sedema zêdebûna bîlonçaya xerakirinê. Tu meslehetên siyasî kuştina zarokên Helebî meşrû nake.Bi giştî li her derê ku Mislimanan lê dijîn û bi taybet jî li Sûriyê  ji bo çareseriya mişkîleyan  wezîfe dikeve li ser milên her kesê ku ji xwe re dibêje Misliman.Di vî warî de wezîfeya herî mezin a welatên Îslamê û ya birêvebirê wan e. Welatên Îslamê demildest ji bo ku xwîna Mislimanan a ku diherike bisekine divê werin ba hev û divê rêyên agirbestê bigerin.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir