Temsîlkarê Enqerê yê Holdînga Doganê di bergeha lêpirsîna FETO de hat binçavkirin.
Di bergeha lêpirsînên FETO/PDYê yên ku piştî teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê hatibûn destpêkirin de Barbaros Muratogluyê Temsîlkarê Enqerê yê Holdînga Doganê hat binçavkirin.
Muratogluyê ku bi talîmata Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê hat binçavkirin dê bibin Stenbolê.
Fotografên Muratoglu yên ku bi Fethullah Gulen re girtibûn heftiya borî di çapemeniyê de derketibûn.(ÎLKHA)