• DOLAR 32.519
  • EURO 34.801
  • ALTIN 2420.504
  • ...
Ji bo Arakan û Helebê dua hatin kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Bajêra Stenbolê yê HUDA PARê Erdal Elîbuyuk, Şaxên Ciwaniyê yê  Bajêr Adem Aksu, ji teşkîlatên din ên HUDA PARê gelek birêvebir û gelek xort û temsîlkarên STKyan beşdarî bernamê bûn.

Girseya ku piştî nimêja şeveqê li hewşa camiyê  hat bal hev ji bo Mislimanên Arakanî yên ku bi destên  çeteyên Budîst tên qetilkirin û ji bo Mislimanên ku li bajêra Heleba Sûriyê bi wehşîyane tên qetilkirin destên xwe vekirin û ji bo wan dua kirin.Dua ji teref Serokê Weqfa Kerwana Ûmudê Cemal Çinar ve  hat kirin.

Piştî nimêja ku hat kirin ji teref Şaxê Ciwanan a Bajêra Stenbolê ya HUDA PARê ve çorba hat belavkirin.Her wiha hat hînbûn Şaxên Ciwaniyê ya  Bajêra Stenbolê ya HUDA PARê dê di 4ê Berfanbarê de li Camiya Fatîhê piştî nimêja sibê ji bo  şehîdên ku li Arakan û Helebê tên qetilkirin nimêja cinazê ya giyabî bike.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir