Hejmera karkerên ku ji bin hezazê hatin derxistin bû 12
Li navçeya Şîrwana Sêrtê hejmera karkerên ku ji bin hezazê hatin derxistin bû 12.
Her weke ku tê zanîn li navçeya Şîrwana Sêrtê di madeneke sifirê de hezaz pêk hatibû û 16 kes di bin hezazê de mabûn.Ji 16 karkerên ku di bin hezazê de mabûn 2 karkerên din jî hatin derxistin. Tevlî van her du karkeran hejmera karkerên ku ji bin hezazê hatin derxistin bû 12.
Navên karkerên ku ji bin hezazê hatine derxistin wisa ne: Murat Ant, Reşît Can, Abdulbakî Aydin, Alî Sonmezsoy, Şefîk Tuncer, Sedat Bulut, Bedrettîn Cayli, Kasim Tarî, Savaş Kizilkan û Îsmaîl Tekîn, Kerem Arat û Mahmut Batumak.
Karûbarên ji bo dîtina karkerên din ên di bin hezazê de bê navber didome. (ÎLKHA)