• DOLAR 32.522
  • EURO 34.969
  • ALTIN 2434.511
  • ...
 "Di sitûyê ji kesên ku lawê min qetil kirin yekî de xaç hebû"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ev bu 23 sal ku li Êlihê Selîm Ruzgarê 15 salî û Abdullah Sapanci ji teref PKKê ve hatine qetilkirin. Lê digel vê yek hêj jî şehîd nayên jibîrkirin.

Li Êlihê di 23yê Mijdara sala 1993an de Selîm Ruzgarê 15 salî û Abdullah Sapanci ji teref PKKê ve hatine qetilkirin. Malbata şehîdan ev cara yekem e ku di derheqê lawaên xwe de axivin. Malbatan diyar kirin ku ew tucar xaça di sitûyê kesekî yê ku lawê wan kuştiye de xaç dîtine.

Malbatan diyar kirin ku Selîmê 15 salî yê ku hêj zarok bû û Abdullahê ciwan bes ji ber nasnameya xwe ji teref PKKê ve hatine qetilkirin.

Şehîd Selîm Ruzgar

Şehîd Selîm Ruzgar li Êlihê di Taxa Huzurê de hat dinê. Di zaroktiya xwe de xwedî nasnameyekî îslamî bû. Vê berpirsyariyê dît. Selîmê di heyama zaroktiya xwe de ji teref malbat û kesên hawîdor ve pir dihat heskirin. Wî nimêja xwe qet nebiriya.

“Di sitûyê ji kesên ku lawê min qetil kirin yekê de xaç hebû”

Bav Azîz Ruzgar diyar kir beriya ku lawê wî Selîm cemaetê nas nekiriye zarokek asî û hêrs bûye. Dûvre Ruzgar wiha li axavtina xwe zêde kir: “Piştî ku wê cemaeta Îslamî nas kir bû kesekî pir baş. Berê qet gotina min nedikir. Lê piştî ku însanên qenc nas kir bû kesekî îtaetkar. Lawê min piştî ku nimêja esrê kir ji bo ku bibe şehîd dua kir. Saetek piştî duaya wî hat şehîdkirin. 3 PKKyî di dikanê de Abdullah û lawê min ê Selîm Şehîd kir. Kesekî ji wan ê ku wan şehîd kir xwe di baxçê de veşart. Lê me nedizaniya ku ew kî ye. Dûvre dema ku em çûn dikana ku berik berdabûn wir ji me re gotin lawê te miriye. Di sitûyê ji kesên ku lawê min qetil kirin yekê de xaç hebû. Ev bû 23 sal. Xweda şehadeta wî qebûl bike.”

Dê Revşe Ruzgar jî diyar kir ku ew tim û tim xewna lawê xwe dibîne. Di xew de lawê wê jê re êdî xemgîn nebe û mereq neke. Lewra ciyê wî cennet e.

“Ez hemî zarokên xwe di rêya Îslam û Qur’anê de fida dikim”

Dê Revşe Ruzgar destnîşan kir ku hêj wê şewata lawê xwe jibîr nekiriye. Dûvre Ruzgar wiha diyar kir: “Dema ku min jê re digot ‘lawê min dê te şehîd bikin.’ wî jî ji min re digot ‘dayê wella ez qet natirsim.’ Rojekî hat malê û ji kesên ku malê ne re got ‘ji bo ku ez bibim şehîd pirr dua dikim. Piştî duaya wî ew ji teref zaliman ve hat şehîdkirin. Xweda heqê wî ji wan re nehêle. Heta ku em li dinê bibin dê em bi zarokên xwe ve ji rêya wî nefetilin. Rêya me rêya rast e. Rêya Îslam û Qur’anê ye. Ez hemî zarokên xwe di rêya Îslam û Qur’anê de fida dikim.”

Kekê Selîm ê herî mezin Felemez Ruzgar diyar kir ku di sitûyê PKKyiyekî yê ku birê wî qetil kiribûn de xaçekî dîtiye. Ruzgar diyar kir ku PKK ji hebûna Îslamê re dibin asteng.

Şehîd Abdullah Sapanci

Abdullah Sapanciyê ku li Gundê Kayacika girêdayê Mêrdînê hatiye dinê ji zaroktiya xwe pê ve terbiyekî Îslamî dîtibû. Piştî ku li Êlihê bicî bû li vir ji bo islehbûna zarokan di mizgeftan de dersên Qur’ana Pîroz da.

Abdullah di 23yê Mijdara sala 1993yan de ji teref PKKê ve hat şehîdkirin. Bavê Şehîd Abdullah ji ber şewata lawê xwe mehek piştî şehadeta lawê xwe wefat kir.

 “Dersê Qur’anê dida zarokan”

Kekê Abdullah, Sadik Sapanci diyar kir ku birayê wî ji xwendina Qur’ana Pîroz pir hez dikir û ew dîndar bû. Dûvre kekê Şehîd Abdullah wiha li axavtina xwe zêde kir: “Biaryê min ji biçûktiyê pê ve ji xwendina Qur’anê hez dikir. Pir bi merhemet û dîndar bû. Dersê Qur’anê dida zarokan. Heta bû alim wî xwend. Hemd ji Xweda re em ji doza xwe memnûn in. Em tenê jî bimînin mal û canê xwe di rêya Îslamê de fida dikin.” (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir