• DOLAR 32.617
  • EURO 34.8
  • ALTIN 2498.685
  • ...
 "Pêşgiriya di derbarê tekoşîna bi tiryakê re kêm e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Şaxa Diyarbekirê yê Heyva Kesk Yahya Oger diyar kir ku di serî de Diyarbekir li herêmê bikaranîna tiryakê zêde bûye. Oger ragihand ku rêjeya bikaranîna tiryakê ya li Diyarbekirê ji sedan 5 e. Ji ber vê yekê divê ku hikûmet û rêvebirên mehelî di derbarê vê yekê de tedbîr bistînin.

Oger wiha diyar kir: “Tiryak wek madî û manewî ji terorê zêdetir zirarê dide civakê. Li Diyarbekirê tekoşîna bi tiryakê re em kafî nabînin. Bi taybet piştî ku Sûrîçî hat xerakirin firotina tiryakê ya li Diyarbekirê belavê her derê bû. Bi şiklekî hêsan tê firotin.”

 “Zeafiyet û teftîşkirina hêzên mehelî û ya şaredariyê heye”

Oger destnîşan kir ku di derbarî tekoşîna bi tiryakê re de kêmasiya rêvebirên mehelî hene. Dûvre Oger wiha li axavtina xwe zêde kir: “Kêmasiya zeafiyeta hikûmetê û yên şaredariyê ya di derbarê vê yekê de ji tiryakê re zemîn hazir dike. Dema ku ev qad vedibe him kesên ku tiryakê difroşin û him jî yên dikêşin bi rehetî dikarin tiryakê bi dest bixin. Divê ku hêzên çewîk di derbarê midaxalekirina vê yekê de dereng nemîne û vê yekê bibîne.”

“Rêjeya umrê bikaranîna tiryakê pirr daketiye”

Oger belav kir ku wekê her derê li Tirkiyê jî rêjeya umrê bikaranîna tiryakê pirr daketiye. Dûvre Oger wiha li axavtina xwe zêde kir: “Zarokek ê ku miraceatê me kiriye 14 salî ye û 3 sal e ku tiryakê bikar tîne. Ev him ji bo malbat û him jî ji bo me felaket e. Liv ir berpirsyariya îdaervanên dibistanan û yên malbatan zêde dibe. Tekoşîna bi tiryakê re mirov nikare ji qadekî tenê bimeşîne. Divê ku hemî bihev re pê re tekoşîn bikin ku beriya wê were girtin.”

Li Tirkiyê umrê bikaranîna tiryakê daketiye 10an

Rektorê Zanîngeha Uskudarê Prof. Dr. Nevzat Tarhanê ku bi xwe jî vê mijarê dişopîne û di heman qadê de jî dixebite daxuyanî dabû. Tarhan di daxuyaniyê de diyar kiribû ku li Tirkiyê umrê bikaranîna tiryakê daketiye 10an. Dûvre wiha li axavtina xwe zêde kiribû:

 “Welat û ciwaniya me di pengavê de ye û di raporan de di nav welatan de serê lîstê ye. Ev ek jî dide nîşandan ku em ji bo pêşgiriyê li paş mane. Êdî yê Tirkiyê di qada platforma navneyeweyî ya di warê tekoşînê de belgeya stratejiyê heye. Ji bi ku pêşkêşiya vê yekê were girtin di têkiliyên navneteweyî de di astekî dîplomasiyê de her cûr pêşgirî tê sitandin. Mixabin li welatê me umrê bikaranîna tiryakê daketiye 10an.”

Li Tirkiyê ji xeynî eroîn, kokain û esrarê madeyên sentetik ên wekê bonzaî tên bikaranîn. Di tebeqeyên cûr bi cûr ên civakê de bi taybet tiryaka ku ciwan bikar tînin di dibistanan de jî tê firotin.

Di sala 1014an de 648 kes mirin

Di raporekî ya ku sedema mirinan a li Saziya Tiba Adlî de hat bidestxistin li Tirkiyê di sala 2014an de 7ê wê jin 232 kes rasterast; 12ê wê jin 416 kes jî nerasterast bi tevahî 648 kes ji ber bikaranîna tiryakê mirine. Di raporê de qîzeke ya ku umrê wê 13 sal ye jî heye. (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir