• DOLAR 32.601
  • EURO 34.741
  • ALTIN 2496.648
  • ...
47 sal e wek dildar karê bavê xwe didomîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hosteyên hesinker Mehmet Altuntaşê 54 salî ragihand ku wî ji 7 salî pê ve dest bi vî karê kiriye. Altuntaş diyar kir ku êdî karê hesinê wekê berê eleqe nabîne.

Altuntaşê ku 47 sal e vê karê dike diyar kir dema ku biçûk bûye vê karê ji bavê xwe hîn bûye. Di derbarê heman karê de Altuntaşê ku karê xwe bi rêk û pêk birêve dibe ji herkesî re dibe mînak.

Altuntaş diyar kir ew aboriya xwe bes ji vê karê temîn dike. Dûvre Altuntaş wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev kar ji bavê me maye. Me ji 7 salî pê ve demirê hilgirt destê xwe. Hêj jî em vê karê didomînin. Niha ez 54 salî me. Ev nêzî 47 salan e ku ez vê karê dikim. Em gelemperî tiştên di derbarê çandinî de saz dikin. Em her cûr tiştên cotkariyê saz dikin.”

“Heke însan bixwaze tu tişt namîne ku bidest nexe”

Altuntaş diyar kir ku ew wekê roja ewil karê xwe bi eşq û şewq pêk tîne. Altuntaş wiha pê de çû: “Çendîn sal e ku ez rizqê malbat û zarokên xwe bi vê karê temîn dikim. Ez aboriya xwe bes bi vê karê temîn dikim. Ez karê xwe pirr hez dikim û heta ez bikarim dê ez vê karê bidomînim. Min di serî de cem bavê xwe wek çirax dest bi vê karê kir. Min xwe dûvre lipêş xist. Ez bi zehmetî vê karê hîn nebûm. Heke însan bixwaze tu tişt namîne ku bidest nexe.”

Altuntaş ji ber ku çirax tune vê karç hîn bibe gazindan dike. Dûvre Altuntaş wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li Tirkiyê êdî kesê ku vê karê bi eşq bike tune. Min bi eşq vê karê kir. Hûn nikarin derekî din van cûran bibînin. Lê ji ber ku ez vê karê hez dikim eleqedar im.” (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir