• DOLAR 32.584
  • EURO 35.043
  • ALTIN 2428.295
  • ...
"Dema Misliman saxesax tên şewitandin dê em wiha lê kêfa xwe binêrin?"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Beşa Çanda Dînê û Exlaqnasiyê ya Zanîngeha Dîlokê Doç. Dr. Recep Tuzcu di derbarê weşeta ku Hikûmeta Myanmarê û çeteyên Budîst tînin serê Mislimanên Arakanê de axivî.

Tuzcu wehşeta ku li Arakanê tê kirin wek komkujî nirxand. Tuzcû destnîşan kir pêwîst e ku Misliman li dijî vê yekê bê deng nemîne.

Dûvre Tuzcu belav kir ev geşedanên li herêmê projeye. Dûvre Tuzcu wiha li axavtina xwe kişand ser mijarê: “Rastî Aktorên vê yekê diyar in. Di serî de Îngilîz, DYE û Îsraîl û piştgiriya Rojavayê eşkere ye.”

 “Roj namîne ku li erdnîgara Îslamê xwîn diherike”

Tuzcu diyar kir hewl tê dayîn ku rehetiya Mislimanan xera bikin. Tuzcu dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Roj namîne ku li erdnîgara Îslamê xwîn diherike. Li Entabê dema ku em nêzîkê sînorê Kilîsê dibin em dengê bombeyên ku li Helebê diteqin dibihîzên. Eşkere ye ku ev hemî di encama projeke de hatine amadekirin. DYE, Îngilîstan û Îsraîl û hêzên xerbî li Myanmarê Budîstan kirin rêxsitin. Hinek bûyerên serabera derxistin bûyeran geş kirin.”

"Dema Misliman saxesax tên şewitandin dê em wiha lê kêfa xwe binêrin?”

Tuzcu wiha pê de çû: “Ew her cûr derfetê bikar tînin û dixwazin ku Misliman ji aliyê perwerdehiyê ve  li paş bimînin. Eşkereye ku hewl didin da Misliman nebin yek û gotina van li dinê pere neke.” Her wiha Tuzcu wiha pirsî: "Dema Misliman saxesax tên şewitandin dê em wiha lê kêfa xwe binêrin?”

Tuzcu diyar kir ku neyîniyê di qada siyasetê de ji yekitiya Mislimanan re dibe asteng. Tuzcu dûvre fikr û ramanên xwe yên di derbarê mijarê de wiha anî ziman: “Rêya jîna li vê derê bi dawîlêhatina bûyerên li Helebê re mimkûn e. Yanê dê Heleb, Myanmar, Burma û Flîstîn bişewite dê em bi rehetî bijîn? Dê li Turkistana Rojhilatê serê Mislimanan bi keviran were pelixandin û li Myanmarê Misliman saxesax werin şewitandin dê em bi rahetî bijîn? Ne.”

 “Pêwîst e ku em çanda Îslamî ya ku qîmetê dide mirovahiyê hakim bikin”

Tuzcu diyar kir pêwîst e ku Misliman çanda xwe li ser rûyê dinê bikin hakim. Dûvre Tuzcu wiha ragihand: “Ev çanda hanê qebûl nake ku belesebeb ji ber cudahiya dîn, ziman û irqê ya însanan êrîş li mal, can û namûsê were kirin. Pêwîst e ku em çanda Îslamî ya ku qîmetê dide mirovahiyê hakim bikin.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir