• DOLAR 32.523
  • EURO 34.806
  • ALTIN 2420.508
  • ...
Idîayên îxmalkariya hezaza madenê hêvîdar e ku were bersivandin!
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Idêayên di derbarê hezaza ku li navçeya Şêrwana Sêrtê pêk hat û di encamê de 16 kes man bin hezazê de hê di rojevê de tê axavtin.

Idêayên di derbarê hezaza ku li navçeya Şêrwana Sêrtê di Gundê Madenê de pêk hat û di encamê de 16 kes man bin hezazê de hê di rojevê de tê axavtin.

Berê di derbarê ku dê hezaz çêbe de hişyarî hat dayîn!

Wekê ku tê zanîn heftiyeke berê li navçeya Şêrwana Sêrtê di Gundê Madenê de hezaz çêbû. Di encama hezazê de 16 kes man binê axê. Ji wan 16 kesan 10ê wê hatine derxistin û 6 kesên wê jî hêj bin hezazê ne. Hat ragihandin ku di derbarê vê yekê de îxmalkarî çêbûye û her wiha hat destnîşan ku berê di derbarê ku dê hezaz çêbe de hişyarî hat dayîn.

Derz bi hefriyatê hat girtin!

Mehên berê ciyê ku karker dixebitîna hezaz çêbûye. Di bûyerê de kes nemirîbû lê hinek makîneyên îş zirarê dîtibûn. Gor bûyerê derza ku çêbûbû bi hefriyatê hatiye girtin. Her wiha hewl hatiye dayîn ku karker vê derzê nebînin. Lê gelemperê wê vê derzê dîtine û di derbarê mijarê de hişyarî dane rêvebirên fîrmayê.

Beriya vê hezazê hezazeke din çêbûye!

Çavkaniyên mehelî diyar kirin ku karker ji vê xetere xeberdar bûne lê ji bo ku îhtiyaciya aboriyê ya malbatên xwe temîn bikin wan xwebatên xwe domandine. Hat ragihandin ku beriya vê hezazê hezazeke din çêbûye İdîayeke din ew e ku di şantiyeke li hemberê ocaxê de 15 roj berê hezazek din jî çêbûye. Lê midaxale ji qada ku hezaz li wir çêbûye nehatiye kirin û dîsa gor idîaya ku hat kirin amûra ku hezazê bipîve tune.

 “Çi hewce dikir mê pêşgirî kir”

Amîrê Bîrîma Jeolojiyê Kamîl Namran ê ku berprsyarê sifrê ye piştî bûyerê daxuyanî da. Narman wiha axivîbû: “Me li her derê amûrên pîvanê bicî kiirye. Di derdeqê de cîhazeke pîvan dike. Hezaza ku doh bişev pêk hat di nabeyna 6 mehan de çêbûye. Rastî me çi hewce dikir mê pêşgirî kiribû.”

Idîayeke din jî ew e ku rêyên wek palya hatine çêkirin zêde fireh nebûne. Di dema hezazê de ji ber rêya teng ev palya axên ku wek hezaz cî guherîne heta herêma ku maden hebûye çûye. (ÎLKHA) 



Bu haberler de ilginizi çekebilir