Ji bo kesên li Arakanê hatine qetilkirin nimêja cinazê ya xiyabî hat edakirin
Li Rihayê ji bo Mislimanên li Arakanê ji teref Budîstan ve wehşiyane hatine qetilkirin nimêja cinazê ya xiyabî hat edakirin û dûvre daxuyanî hat dayîn.
Li Rihayê ji teref Dîn-Bîr-Dera Şaxa Rihayê ve piştî nimêja înê di Platoya Balikligolê de ji bo Mislimanên li Arakanê ji teref Budîstan ve wehşiyane hatine qetilkirin nimêja cinazê ya xiyabî hat edakirin û dûvre daxuyanî hat dayîn.
Serokê Şaxa Rihayê yê Dîn-Bîr-Derê Şakîr Guven diyar kir ku dengê Mislimanên Filîstîn, Sûriye, Iraq, Yemen, Lîbya, Keşmîr, Efxenistan û Arakanê nayê bihîstin.
Guven destnîşan kir ku îro ji bo Mislimanan rojek girîng e. Dûvre Guven wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di mekaneke wiha mibarek û zemanê de em hatin cemhev û me piştgirî da hev. Me berê xwe da Rebbê xwe. Em bi eşqê Xweda û Pêxemberê Xweda bûn perwane. Silav li ser wan kesên ku bi vê muhebbetê dihesin bibe.”
“Çima Misliman ket vê rewşê”
Guban ragihand ku ax û nalîna Mislimanên Arakanê nayê bihîstin. Dûvre Guven wiha destnîşan kir: “Li ax û fîxana gelê Filîstîn, Sûriye, Iraq, Yemen, Lîbya, Keşmîr, Efxenistan û li Arakana ku wehşeta herî dijwar li wan tê kirin, însan ku ew mal û avahiyên wan tên şewitandin, dibêjin; ‘Mislimanên ku dê me xelas bikin tune?’tê bihîstin.”
Mislimanên Arakanê ji ber ku rast e rast dibêjin “Rebbê me Xweda ye” tên şewitandin
Guven bal kişand ku li Flîstîn û Qudsê hewl tê dayîn ku bang were qedexekirin. Dûvre Guven wiha dawî li daxuyaniyê anî: “Kanê yekitiya leşkerî ya Ummetê? Kanê yekitiya çandî, siyasî û aborî? Deme ku ev hemî pêk neyê tu bi çi wechê wek umîdvar li îstîqbalê mêze dikî? Bifikirin û werin hemdê xwe. wek emcam em dibêjin dema ku li Filîstîn û Qudsê di Mescîdê Aqsa de banga Muhammedî tê kerrkirin, li Bangladeşê rêber tên îdamkirin li Sûrî, Iraq û Yemenê xwîna Mislimanan diherike û li Arakanê Mislimanên ji ber ku bes gotine ‘Rebbê me Xweda ye’ tên şewitandin hûn li kû ne?” (ÎLKHA)