• DOLAR 32.551
  • EURO 34.9
  • ALTIN 2433.519
  • ...
Birayên astengdar ji bo karibin biaxivin li benda arîkariyê ne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Halê malbata Helluş a ku ji ber şerê navxweyî ya Sûriyê ji Qamişloya Kurdistana Sûriyê reviyan û hatin li Qosera Mêrdînê bi cî bûn dilên mirovan dişewitîne.

Abdulqadîr Helluş berî vê salek û nîv digel malbata xwe ji Kurdistana Sûriyê koçî Mêrdînê kir.3 zarokên wî yên bi navê Xalîd(29), Necah(19) û Zeynep(14)  hêj dema ku ji dayîk bûn him kerr bûn û him jî lal.

Abdulqadîrê ku bavê 3 zarokên astengdar e di derbarê mijarê de destnîşan kir ew ji ber mişkîleya îqtîsadî nikare zarokên xwe bide tedawîkirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji bo zarokên min baş bibin ji tedawiya her yekî ji wan re 2 hezar lîre pere lazim e.Carinan di berîka me de lîreyek nîne, vêcar em ê 6 hezar lîre ji kû peyde bikin?Bi rastî jî halê me nebaş e.Ez extiyar im, bekçîtiyê dikim û meha 600 lîre tê ber destên min û ez bi vê perê hewil didim 10 nefsan binêrim.Ez ne dikarim kirê bidim û ne jî cilan bikirim.Lê belê dîsa jî hemd ji Xweda ra.Daxwaziyeke min tenê heye ew jî axavtina zarokên min e.Înşallah dewlet û xêrxwaz dê li wan xwedî derkevin.Xalîd ji ber ku nikare biştexile tu karî jî nikare bike.”

 “Doxtor gotin ku dê karibin biştexilin”

Recaya qîza herî mezin a malbatê ye di derbarê mijarê de de destnîşan kir doxtor gotine ger ku amûra bihîstinê bi guhên birayên wê ve bikin dê birayên wê bibîhîzin. Reca dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bavê min li Sûriyê di bazara heywanan  de dixebitî.Bazar ji ber herbê xira bû.Em jî ji ber herbê berî vê salek û nîvê hatin vê derê.Rewşa me ya îqtîsadî ne baş e. 3 birayên min hêj wextê ji dayikbûnê ve him kerr û him jî lal in.Me wan bir Nexweşxaneyên Qoser û Mêrdînê yên Dewletê.Doxtor gotin dê karibin biştexilin.Em dixwazin dewlet arîkariya me bike.”

 “Em dixwazin bila weke me ew jî karibin biştexilin”

Muhammed Helluşê zarokê malbatê ye jî di derbarê mijarê de destnîşan kir ew dixwaze bira û xwişkên wî baş bibin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Rewşa me nebaş e.Em ji xwe re tiştekî naxwazin. Em dixwazin bila weke me ew jî karibin biştexilin.Ez bi wasitaya we dixwazim bang li kesên rayedar, xêrxwaz bikim.Bil ji birayên min re arîkarî bikin.Divê cihaz bi guhên wan ve bikin.Ji bo vê yekê jî tevde 6 hezar lîre lazim e.Em ê vê perê ji kû bibînin?Pereyê wan jî nîne.Bavê min dergevantî dike û meaşê wî jî serhevdî nadinê.”

 “Dibêjin em jî dixwazin weke we biaxivin”

Muhammed di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir xwişk û birayê wî her tim fêdî dikin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Her tim ji me re dibêjin ‘em jî dixwazin weke we biaxivin.Em xwe bi qisûr û wek êxtiyaran dibînin.Hemû kes bi hev re diştexilin, em jî li wan dinihêrin.’Lê belê hemû jî ji halê xwe re şikir dikin û nimêjên xwe eda dikin.”(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir