• DOLAR 32.564
  • EURO 34.897
  • ALTIN 2433.33
  • ...
"Diyarbekir bi wasitaya Hz. Omer gihaşt hîdayetê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 Ji teref Civaka Bîlge Erdem û ji teref Quluba Bîlge Gençlîkê ve li  Zanîngeha Dîcleyê  bernameyeke bi navê ‘Farûqê Adil Hz. Omer’ hat tertîpkirin. Nivîskarê Rojnameya Dogruhberê Mehmet Şenlîk di bernameya ku wek axavtvan beşdarî bû de qala şecaat,edalet û basîreta Hz.Omer kir.

“Taybetiya herî mezin a Hz. Omer edalet e”

Şenlîk di axavtina ku kir de destnîşan kir  taybetiya herî mezin a Hz. Omer edalet e û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ew hesasiyeta  dewra cahîliyê ya Hz. Omer di dewra Îslamê de jî berdewam dikir.Dewra cahîliyê li ba Hz. Omer di bin erdê de ye.Tiştekî tenê li ba Hz. Omer pîroz bû; ew jî mucadeleya ‘La îlahe îllallah’a ku dînê Xweda bû.Saadet û şecaata Hz. Omer hebû.Ji bo Mislimanan musahama û ji bo kafiran şideta Hz.Omer hebû.”

 “Fermandarê ku Diyarbekirê fetih kir Hz. Omer bû”

Şenlîk di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir Hz. Omer bû wesîle ku Îslam were heremê û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ên li asîmanan jê re muhabbet û şeytanên li erdê jî  li dijî wî kînê di dilê xwe de dihewînin.Li Diyarbekirê di derheqê wî de bi neqenciyê diştexilin.Halbûkî Diyarbekir di dema Hz. Omer de gihaşt hîdayetê.Di dewra wî de Îslam hat van axan.Di bin fermana wî de sehabî hatin van deran.Kesê ku Diyarbekirê fetih kir Hz. Omer e.Lewra fermandarê sereke ew bû.Di dema wî de Sûriye, Îran û Şam bi destên wî hatin fetihkirin.”

 “Kesên ku xwediyê meqam û sermaye bûn jê re dijmin bûn”

Şenlîk di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir komên ku xwediyê meqam û sermayê ne ji Hz. Omer re dijmintiyê dikin û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Hz. Omer nedihişt kesên xwediyê sermaye û meqam bi pêş ve biçin.Jê re dijmin bûn.Malbata Emeviyan hez ji saltanat û şohretê dikirin.Ji ber ev kes ji ser Îslamê  xelkê îstîsmar nekin wan li ba xwe digirt.Kesên ku vê exlaqa Hz. Omer dizanibûn jê hez nedikirin.Markîst,Zerduşt û ateîstên roja me îftîra davêjin Hz. Omer.Gelo qesr, text û koşkeke Hz. Omer hebû? Naxêr tunebû.Her tim bi cilên pînekirî li xwe dikir, şaşikên kevin dida serê xwe û pêlavên qetayî li xwe dikir.”(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir