Dergûşa ku nû hatiye dinyayê avêtin derve
Li Êlihê dergûşa ku nû hat dinyayê li ser payerê wek terkkirî hat dîtin.
Li Êlihê dergûşa ku nû hat dinyayê li ser payerê wek terkkirî hat dîtin.
Hat ragihandin doh êvarî li Taxa Çarşiya Êlihê li Sikaka 716an di nava batiniyekê de dergûşeke ku nû çêbûye hat dîtin.Meheliyê ku dengê dergûşa nû bihîstin xeber dan polêsan.Polêsên ku hatin cihê bûyerê di binê wesayîtê de dergûşa nû çêbûyî dîtin.
Bebeka ku hatibû terkkirin piştî kontrola tenduristiyê xistin bin muhafezeyê.
Ji bo kesên ku dergûşê terikandine bên girtin xebat hatin destpêkirin.(ÎLKHA)