• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
 "Xweda zilma FETO nîşanî temamê însanan da"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Semîha Demîra ku xanima Yasîn Demîrê hikimxwariyê ji doza Hîzbullah e  di derbarê mijarê de destnîşan kir ew dixwazin ku edalet bê tesîskirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bi rastî jî di wextekî wisa de hîskirina li cem me bûna Mislimanan me kêfxweş dike.Ev tê vê maneyê ku em ne tenê ne, ev qas birayên me ji bo Yûsifî ji zindanan rizgar bibin hewil didin tiştinan bikin.Dema ku em bernameyên wisa dibînin kêfxweş dibin.Tu kes nizanibû kî çi dike û tu kes nizanibû Misliman di girtîgehê de ne.Halbûkî dengê Mislimanan îro li her derê tê bihîstin.Ev 16 sal e zilamê min di zindanê de ye.Halbûkî hinek birayên me ev 20-25 sal e di girtîgehê de ne.”

 “Em dibêjin bila edalet bê tesîskirin”

Demîr di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir endamên camîayên Îslamî bi neheqî û bi bêhiqûqî hatine girtin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bi rojan bi mehan îşkence li Mislimanan hat kirin Ji ber ku îman anîbûn û ji ber ku Misliman bûn îşkence li wan hatin kirin.Îro pêwîst e ev tişt ji teref rayedaran ve bên zanîn.Ev ne ji însanên ji rêzê ne, ev însan heqîqeten însanên mumin in, dostên Xweda ne, kesên islahker in.Bila hikûmet vê yekê bibîne.Em dibêjin bila edalet bê tesîskirin.Em edaletê dixwazin.”

 “Zalim hatin girtin, bila cezaya wan Mislimanên ku ev kes ji wan re ceza dane bên betalkirin”

Demîr di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir rûyê rastî ya endamên daraza FETO derketiye holê û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xweda zilma van kesan nîşanî temamê însanan da.Bila hikûmeta a niha zanibe ev însanên ku berik berdane însanan xeylî xeylî zilman dikarin li Yûsifiyan bikin.Başe e madem ev zalim hatin girtin, qet nebe bila cezaya wan Mislimanên ku van zaliman dane wan bên betalkirin.Em vê hêvî dikin.”

 “Bila hikûmet vê webalê negre li ser xwe”

Demîr di berdewama axvtina xwe de destnîşan kir bi zilama wê re nexweşiya hepatîta kronîk heye û wiha pê de çû: “Qet nebe bila ji bo birayên me yên Yûsifî gav bê avêtin.Ev birayên me di girtîgehê de nexweş ketin.Dema ku ji mirinên wan re hindik dimîne wan berdidin.Ji vê re Huseyîn Akbalik e.Jiyana wî di zindanê de xelas bû, çawa ku ji zindanê derket jî gihaşt Rebbê xwe.Bila hikûmet webala vê yekê negire li ser xwe.”

“Bêyî hebûna delîlan ji lawê min re cezaya hepsa muebbet hat dayîn”

Abdullah Erdemîşê ku lawê wî ev 24 sal e ji doza hareketa Îslamî di girtîgehê de ye  jî di derbarê mijarê de destnîşan kir bêyî hebûna delîlan ji lawê wî re cezaya hepsa muebbet hatiye dayîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bêyî hebûna delîlan ji lawê wî re cezaya hepsa muebbet hat dayîn.”(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir