Ji teref Wezareta Karên Derve ve di derbarê 'Arakanê' de daxuyaniyek hat dayîn
Wezarata Karên Derve ji êrîşên ku li Arakanê di wan de kesên siwîl hedef tên girtin re bertek nîşan da û bang civaka navteweyî kir da ku dest bi hereketê bikin.
Ji êrîşên hovane yên ku ji teref eskerên girêdayî hikûmeta Myanmarê û ji teref çeteyên Bûdîst ve tên kirin re bertekek jî ji teref Wezareta Karên Derve ve hat dayîn.Di daxuyaniya ku ji teref Wezareta Karên Derve ve hat dayîn de di derbarê mijarê de hat ragihandin li Arakanê ji ber kuştina siwîlan ew bifikarin.
“Em bang hevkariyê li sazîyên navneteweyî dikin”
Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ew êrîşên ku tên kirin şermezar dikin û wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Em wan çalakîyên şidetê yên ku tê de însanên masum tên hedefgirtin şermezar dikin.Ji bo pevçûnên nû rû nedin em banga eqlê selîm li terefan dikin.Her wiha ji bo xelkê siwîl zêdetir zirarê nebîne em bang li civaka navteweyî dikin da di vî warî gavinan bavêje û em banga hevkariya azamî ya bi sazîyên navneteweyî re li meqamên Myanmarê dikin.”(ÎLKHA)