• DOLAR 32.588
  • EURO 34.916
  • ALTIN 2439.192
  • ...
"Li Arakanê êş û elem heye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Eskerên ku girêdayî hikûmeta Myanmarê ne û çeteyên Budîst her roja ku derbas dibe li dijî Mislimanên Rohîngyayî êrîşên xwe yên hovane zêdetir dikir. Serokê Bajêra Diyarbekirê yê HUDA PARê Şêxmûz Tanrikulu   ji geşedanên ku pêk tên re bertek nîşan da û destnîşan kir li Arakanê êş û elem heye û dû re bang li Mislimanan kir da ku li dijî batilê bibin yek wûcud û mucadele bikin.

 “Arakan mezlûmiyetê temsîl dike”

Tanrikulu di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ne tenê li Arakanê li temamê cografayayên Îslamê zilm tên kirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dibe ku çepemenî Arakanê nexe rojeva xwe.Li Sûriyê, Pakîstanê, Iraqê û li cihên din her roj xwîna bi sedan Mislimanan tê rijandin. Arakan mezlûmiyetê temsîl dike.Ji ber vê yekê dilê mirov zêdetir dişewitîne û ji hêla hestên însanî ve wijdanan nerihet dike.”

 “Bi rastî jî li Arakanê êş û elemeke mezin tê kişandin”

Tanrikulu di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir bi rastî jî li Arakanê êş û elemeke mezin tê kişandin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li Arakanê zarokên bêguneh, pîrek û bebek tên qetilkirin.Di serî de  welatên Îslamê û bi giştî jî temamê dewletên li dinyayê pêwîst e ji vê wehşet û zilmê re bibêjin ‘Bisekine.’ Neteweyên Yekbûyî ji bo vê yekê heye.Pêwîst e wezîfeya xwe bi cî bîne.Welatên Îslamî divê vê meselê bînin rojeva Neteweyên Yekbûyî.Divê pêşiya van qetlîamên ku ji teref Bûdîstên zalim ve tên kirin bê girtin.”

 “Birêvebirên ku li welatên Îslamî xwedî hikm in divê di warê edaletê de şaşiyê nekin”

Tanrikulu di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir li Sûriyê, Iraqê û nexasim jî li Arakanê xwîna însanên masûm tê rijandin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Pêdiviya însaniyetê ji edaleta Îslamê re heye. Birêvebirên ku li welatên Îslamî xwedî hikm in divê di warê edaletê de şaşiyê nekin.Ger ku di warê edaletê de neheqî û şaşîtî bê kirin him ev dinya me û him jî axreta me dê heba bibe.Edalet ji bo me hemûyan pêdiviye.,Ji bo civakeke adil divê hemû kes wezîfeya  ku dikeve para wî bi cî bîne.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir