• DOLAR 32.335
  • EURO 35.121
  • ALTIN 2302.143
  • ...
HUDA PAR û Cemiyeta Mustezafan li sehaya hezazê lêkolîn kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Heyeta ku çû cihê gundê Madenê bi naskirîyên kesên ku di bin hezazê de mane re hevdîtin kir.Heyeta HUDA PARê piştî lêkolînên ku li cihê  bûyerê kir re daxuyaniyek da.Di daxuyaniya ku hat dayîn de Serokê Bajêra Sêrtê yê HUDA PARê Zulfîkar Firat destnîşan kir ji roja ewil ve ew li vê derê ne û geşedanan dişopînin.

Firat di berdewama axavtina xwe  de destnîşan kir di rojên ewil de xebat pir hêdî dimeşiyan û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Heta hejmera mekîneyên ku li cihê bûyerê lêkolînê dikirin pir hindik bûn.Me gotibû ku bi vî awayî dê xebat gelekî zêde berdewam bikin.Kesên rayedar jî destnîşan kiribûn ku xebat bi sed zehmetiyê  tên kirin û ji ber îxtîmala pêk hatina hezazeke din  xebat hêdî hêdî dimeşin.Lê di wan rojên din de xebat xurttir bû.”

Firat di berdewama axavtina xwe de diyar kir ev xebatên xurt ji bo di demeke kurt de encam bên girtin bi feyde ne û wiha li axavtina xwe zêde  kir: “Bi rastî jî malbat perîşan in.Em ji roja ewil ve li ba malbatan in.Malbat dixwazin xebat xurttir bibin.Lewra ev çendîn roj ku malbat li vê derê rawestiyane, encam jî nayê girtin.Ev yek wanan xemgînî dike û dibe sedem ku rageşî derkevin.Ji ber vê yekê divê xebat xurttir bên kirin.”

Firat di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir naskirîyên kesên ku di bin hezazê de mane teleb dikin ku ji naskirîyên wan re statuya ‘şehîdiya siwîl’ bê dayîn û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me vê daxwaza malbatan berî niha jî anî zimên.Înşallah ev daxwaza wan bi cî were.Lewra bi vê statuya ku li Somayê hat dayîn ji bo malbatan bû wesîleya parîkek rihetî.Em taqîbata vê yekê bikin.”

Firat di dawiya axavtina xwe de qala îxmalên ku tên bilêvkirin kir û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ji roja ewil ve hinek kesên ku me bi wan re hevdîtin kir qala îxmalan kirin.Ji me re gotin ku ax hêdî hêdî ji jor ve hatiye û vê yekê ji rayedaran re gotine lê tu kes guh nedaya vê îqazê.Elbet piştî vekolînan ew ê  heqîqet zelaltir bibe.”(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir