Karkerekî din ji bin hezazê hat derxistin
Cesedê karkerekî din ê ku din bin hezaza Şîrwana Sêrtê de mabû hat derxistin.
Her weke ku tê zanîn li navçeya Şîrwana Sêrtê di madeneke sifirê de hezaz pêk hatibû û 16 kes di bin hezazê de mabûn.Îro cesedê Qasim Tariya ku di bin hezazê de mabû îro hat derxistin.Digel vê cesedê hejmera cesedên ku ji bin hezazê hatin derxistin bû 8.
Qasim Tariyê ku li ser nifûsa gundê Gelliya Çinarê qeyidkiriye muteehhîl bû û bavê 4 zarokan bû.
Heta niha ji bin hezazê kesên bi navê Murat Ant, Reşît Can, Abdulbakî Aydin, Alî Sonmezsoy, Şefîq Tuncer, Sedat Bulut, Bedrettîn Cayli û Qasim Tarî hatin derxistin.
Xebatên lêgerîna cesedên din berdewam dikin.(ÎLKHA)