• DOLAR 32.352
  • EURO 35.106
  • ALTIN 2317.635
  • ...
"Divê em nifşên ku rast û çewtiyê ji hev derdixe mezin bikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dekanê Fakulteya Îlmên Îslamî yê Zanîngeha Bîtlîs Erenê Prof. Dr. Îsa Yuceer di derheqê girîngiya ku Îslam dide perwerdehiyê de axivî. Yuceer ji bo zelalbûna mijarê ji jiyana Pêxemberê me (as) mînak da û destnîşan kir pêwîst e ku perwerdekar Pêxember wek mînak bibînin. Lewra mecbûr in ew nifşn ku rastî-çewtî û kesên ku baş difikirin mezin bikin.

Yuceer bi minasebeta ‘Roja Mamosteyan’ roja hemî mamosteyan pîroz kir û diyar kir ew endamên dînê ku emrê wê ya ewil ‘bixwîne’ ne.

Yuceer piştî ku anî bibîranîn ku mamosteyê Îslamê yê ewil Hz. Muhammed (as) e. Dûvre Yuceer wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hz. Muhammed ferman dike ku daxwazkirina ilmê li ser her pîrek û zilamê ferz e. Ji ber vê yekê plan û projeyeke me ya wek perwerdehiyê heye. Xweda ji bo hevotin û hînkirinê însanên ku ji nabeyna me hatiye hilbijarutb wek pêxember şandiye. Ewil Adem as di sîwana wehya ku jê re dihat zarok û neviyên xwe terbiye dikir. Ev yek wiha domiye. Herî dawî jî Hz Muhammed ji me re şandiye û dûvre pergal wiha hatiye sazkirin.”

 “Beriya her tiştê divê ku em ji zarokan re bibin mînakên baş”

Yuceer diyar kir ji ber ku xwendekar mamosteyên xwe mînak digirin divê ku mamoste xwe baş pêş bixin. Dûvre Yuceer wiha destnîşan kir: “Beriya her tiştê divê ku em ji zarokan re bibin mînakên baş. Em mecbûr in bibin nimûne. Zarok herherket, gotin û helwestên me dişopîne. Mînak dema ku mamostekî cixare bikêşe û xwendekar bibîne ku ev cixare dikêşe dê xwendekar wek neyînî ji vê yekê bandordar bibe. Mamoste dema bê mulaheze xeber bide û ji devê wî gotinên neyînî derkevin dê ev gotin bi heman şiklê di hişê zarokan de cî bigire.”

 “Pêwîst e ku mamoste di derbarê vê yekê de hestyar bibin”

Yuceer diyar kir divê zarok gor şertên heyama ku têde ne werin perwerdekirin. Dûvre Yuceer wiha ragihand: “Berê dê em xwe li pêş bixin. Dûvre jî dê em zarokan wek emanetê xweda mezin bikin. Heke hûn 5 deqîqe dereng tên dersê, zû ji dersê derdikevin, girîngiyê nadin dersan, hîkayeyan davêjin pişt guhên xwe, agahî  nadin zarokan û zarokan sererastî terbiye nekin ev rêyeke xwarina loqma heram e. Nexwe pêwîst e ku em hestyar bibin. Divê ku em zarokên xwe gor heyamê bibdin terbiyekirin. Em qerna xwe dibînin lê dê zarokên me qernên ku dê dûvre werin bidînin. Em mecbûr in ku zarokên xwe gor pêşeroja ku dê were mezin bikin. Em di heyama zanist û teknolojiyê de ne. Nexwe divê ku em wan wiha mezin bikin.”

 “Em mecbûr in nifşên ku heqq û batilê, rast û çewtiyê û yên ku baş difikirin û biryarê didin mezin bikin”

Yuceer di dawiya axavtina xwe de diyar kir hewce dike ku mirov girîngiyê bide perwerdehiya zarokan a manewî. Dûvre Yuceer wiha belav kir: “Zarok çawa dema ku birçî dibe hewce dibîne ku bixwe û vexwe di vê bergehê de em mecbûr in niyaziyên zarokên xwe yên derûnî û manewî jî temîn bikin. Em mecbûr in ji wan re bibêjin fikr û ramanên Xerbî yên ku dikeve hişên wan çewt in. Em mecbûr in nifşên ku heqq û batilê, rast û çewtiyê û yên ku baş difikirin û biryarê didin mezin bikin.” (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir