• DOLAR 32.491
  • EURO 34.621
  • ALTIN 2480.566
  • ...
Vê zivistanê malbatên feqîr ji bîr nekin!
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nûnerên STKyên Îslamî bi nêzîkbûna demsala zivistanê re bal kişandin ku niyaziyên wekê êzing, rejî û sobe yên malbatên feqîr zêde dibe. Ji ber vê yekê wan destnîşan kiriin ku ew bendewar in xêrxwaz alîkariya van malbatan bike.

Di derbarê mijarê de Sekreterê Umut-Dera Dîlokê ya endamê Platforma Alîkariyê ya Umud Kervani Nîhat Nakşî û Serokê Lijneya Rêveberiya Umut-Dera ku li navçeya Tetwana Bedlîsê karûbarên xwe birêve dibe Yucel Oktay bang li xêrxwazan kirin da ku alîkariya malbatên feqîr bikin.

Sekreterê Umut-Dera Dîlokê ya endamê Platforma Alîkariyê ya Umud Kervani Nîhat Nakşî diyar kir ku ew hewl didin da ku ji bo malbatên mexdûr hawireke germ pêk bînin. Ji ber vê yekê di derbarê vê mijarê de ew hêvîdar in ku xêrxwaz vê zivistanê malbatên feqîr ji bîr nekin û alîkariya wan bikin.

Dûvre Bakşî wiha li axavtina xwe kir: “Wek Umut-Der em di mehên zivistanê de wek alîkarî êzing, rejî û êşewat belav dikin. Ji xeynê vê yekê em sobe, nivîn û betanî belav dikin. Wekê ku tê zanîn em têketine mehên zivistanê. Hewa jî êdî sar bûye. Bi sedan malbatên ku qeydên wan cem hene şewatên wan tune. Yên hinekan jî sobên wan jî tune. Di derbarê vê yekê de ji me alîkarî dixwazin.”

Dûvre Bakşî destnîşan kir ku bi taybet ew alîkariya penaberên ku di konan de dimînin dikin û di bergeha vê yekê de heta niha wan li Dîlokê 18 ton rejî belavê 35 malbatan kirine.

Serokê Lijneya Rêveberiya Umut-Dera ku li navçeya Tetwana Bedlîsê karûbarên xwe birêve dibe Yucel Oktay jî bal kişand ku li Tetwan û hawîrdora wê zivistan pir dijwar derbas dibe. Ji ber vê yekê Oktay bang li xêrxwazan kir da ku vê zivistanê ew malbatên feqîr û belengaz ji bîr nekin û alîkariya wan bikin.

Dûvre Oktay wiha pê de çû: “Li navçeya me zivistana bandordar û ya ku dirêj berdewam dike dest pê kir. Heta niha em ji bo niyaziya wek cil û berg û xûrek ji feqîran re difikirîna. Lê ji vir pê ve ji bo ku ev malbat xwe ji hewaya sir û seqem biparêzin niyaziya wan bi germbûnê heye. Van malbatên niyazmend ji bîr nekin. Ez ji bu ku mihtaciya van malbatan were temînkirin bang li hemî xêrxwazan dikim.” (ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir