Neçîrvan Barzanî ji teref Serokomar Erdogan ve hat qebûlkirin
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Serokwezîrê Kurdistana Başûr Neçîrvan Barzanî qebûl kir.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Serokwezîrê Kurdistana Başûr Neçîrvan Barzanî li Qesra Mabeynê qebûl kir.
Hevdîtin nêzî seatek û nîv ji çapemeniyê re girtî hat kirin.
Hat ragihandin di dema hevdîtinê de têkilîyên Enqere-Hewlêrê, operasyona Misûlê û geşedanên eskerî, siyasî yên li Iraq û heremê hatin nirxandin.(ÎLKHA)