• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Dayîka cefakar ji bo 2 zarokên xwe yên nexweş alîkarî dixwaze
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Entabê malbata Elmasê ya ku 2 zarokên wê dûçarê nexweşiya ku wek muscle wastîn (kas erîmesî) tê zanîn bûne diyar ku ku ew bendewarê alîkarê ye.

Dayîka cefakar Gulsum Elmasa ku 2 zarokên wê yên 15 û 20 salî dûçarê nexweşiya ku wek muscle wastîn (kas erîmesî) tê zanîn bûne diyar ku ku ew bendewarê alîkarê ye. Elmas destnîşan kir ku ev qasê ku bi nexweşiyê re micadele dikin bi heman şiklê ew bi bêderfetiyê re jî micadele dikin.

Gulsum Elmasa ku li navçeya Şahînbeya Entabê di Taxa Beydîllî de dijî destnîşan kir ku lawên wê Ferhatê 20 salî û Onderê 15 salî her roj li ber çavên wê dihelin. Elmas diyar kir ku lawê wê yê mezin nikare bi rêve biçe. Niyaziyên wî wek dayîk bixwe temîn dike. Her wiha Elmas belav kir ku lawê wê yê biçûk her tim girêdayê makînê ye.

Gulsum ragihand ku ew ji bo tedawî û dermankirina her du lawên xwe micadele dike. Ji ber vê yekê ew bendewar e ku xêrxwaz alîkariya wê bikin. Elmas bal kişand piştî ku lawê wê yê mezin Ferhat dûçarê nexweşiya bêhntengiyê bûye barê wan girantir bûye. Ji ber vê yekê dayîk Gulsum Elmas diyar kir ku wek malbat ew hêvîdar in da ku xêrxwaz alîkariya wan bike. (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir