• DOLAR 32.545
  • EURO 34.952
  • ALTIN 2430.872
  • ...
Li Hewlerê êrîşa çekdarî li melayekî hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Doh êvarî kesên çekdar li Taxa Şadiya Hewlêrê êrîşa çekdarî li Hoşyar Îsmaîlê melayê Mizgefta Omer Bînyadiyaniyê hat kirin. Di êrîşa ku hat kirin de Mela Hoşyar jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin kesên nasnameyên wan nediyar li ber devê mala Hoşyarî gazî wî kirin da ku derkeve derve.Hoşyar Îsmaîl dema ku kir derkeve derve  bi çekan êrîş lê hat kirin.Di êrîşa ku hat kirin de Mela Hoşyar giran birîndar bû.Mela Hoşyar li nexweşxaneya ku lê hat rakirin jiyana xwe ji dest da.

Mela Hoşyar Îsmaîl ji damezrînerên kevin ê Yekgirtû bû.Di derbarê cinayetê de hêj daxuyaniyeke fermî nehat dayîn.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir