Li Dîlokê PKKyiyek hat girtin
Li Entabê di encama operasyona ku li dijî PKKê hat lidarxistin de ji 2 kesên ku hatibûn binçavkirin yekî ji wan hat girtin.
Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Dîlokê ve hat dayîn de hat destnîşan kirin ku li navçeya Şahînbeya Rihayê li dijî PKKê operasyon hatiye lidarxistin. Di encama operasyonê de ji 2 kesên ku hatibûn binçavkirin yekî ji wan hat girtin.
Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku panqartek, 32 şîşeyên vala yên ku di sazkirina molotofê de tên bikaranîn, 3 heb şîşeyên plastîk ên ku di depokirina benzînê de tên bikaranîn û tûpeke pîknîkê hatine bidestxistin.
Hat ragihandin ji 2 kesên ku hatibûn binçavkirin yekî ji wan hat girtin. Kesekî yê ku hatibû binçavkirin ji ber ku di dibin 18 saliyê de ye bi şeretê kontrola adlî hatiye serbestberdan. (ÎLKHA)