• DOLAR 32.572
  • EURO 34.857
  • ALTIN 2431.545
  • ...
SON DAKİKA
Kiliçdaroglu: Kesê ji pîrekan bitirse mêr nîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu yê ku her wext xwe wek sekuler, netewîparêz, laîq, sosyalîst diwesfîne û ji ber vê yekê ji teref rêxistinên pîrekên femînîst ve jê re çepik tê lêxistin doh di axavtina xwe de Serokê TBMMyê Îsmaîl Kahramanê nîqaş kir û dûvre got: “Kesê ji pîrekan bitirse mêr nîne.”

CHPya ku mijara ‘zewicandina zû’ wek îstîsmara cinsî dihesibîne doh di civîna komî ya di serokatiya Kemal Kiliçdaroglu de hat lidarxistin de bûyerên ecêb qewimîn.

Kiliçdaroglu di axavtina xwe de Serokê TBMMyê Îsmaîl Kahramanê nîqaş kir û dûvre got: “Kesê ji pîrekan bitirse mêr nîne.” Piştî vê yekê çepikên ku pîrekên di salonê de lê dixistin hat birrîn. Ev yek pir balkêş bû.

Tê mereqkirin gelo dê rêxistinên pîrekan ji Kiliçdarogluyê ku wêrektiya mêran bi tirsandin an jî netirsandina ji pîrekan re eleqedar kir re çawa bertek nîşan bidin.

Axavtina Kiliçdaroglu wiha ye:

“Hûn hemî îro hatin. Gelemperê wê pîrek hatine. Hatina we şeref e, rûmet e. Hûn hatin ji bo ku dengê we neyê bihstin pergala dengê ya TBMMyê xera kirin. Ji bo ku tu kesî nebîne televîzîyona meclîsê girtin. Ez bang li serokê meclîsê dikim. Heke rûmeta te, nasnameya te, exlaqê hebe dê tu kesê vê yekê kiriye diyar bikî û bavêjî ber derî. Nexwe ez hemî sûcdariyan bi heman şiklê ji te re dişînim.”

 “Kesê ji pîrekan bitirse mêr nîne

Kiliçdaroglu diyar kir kesê ku xwedî li parlementoyê dernekeve bi heman şiklê xwedî li rûmeta xwe jî dernakeve. Dûvre Kiliçdaroglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mirov ji kesê ku dengê xwe ji zilamên hewl didin vê civînê sabote bikin re dernexe nabêje mêr e. Kesê ji pîrekan bitirse mêr nîne.”  (ÎLKHA) 













Bu haberler de ilginizi çekebilir