"Em ê ber bi Minbicê ve biçin"
Serokomar Erdogan destnîşan kir ew di bergeha Mertala Fêradê de a niha hatine ber deriyê El Babê û ' Ev têrê nake, em ê ji wir jî herin ber bi Minbicê ve.'
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Konferansa Konsepta Ewlehiya Nû ya Tirkiyeyê de axavtinek kir.Erdogan di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir "Em hatine ber deriyê El Babê, ji xerbê ve jî me El Babê dorpêç kiriye. Ev têrê nake, em ê ji wir jî ber bi Minbicê ve biçin. Em ê çima biçin Minbicê, ji ber ku em merqdar in em naçin Minbicê. Li Minbicê PYD û YPG heye. Bila ew wê derê biterikînin û biçin rojhilatê. Me ev got. Gotin ku 'ew ê herin', me jî got 'bila biçin.' Niha dibêjin hinekî vekişiyane. Em dixwazin wê derê ji PYD û YPGyê bê valakirin."(ÎLKHA)