• DOLAR 32.565
  • EURO 35.006
  • ALTIN 2431.773
  • ...
 " Her gava ku dê ji bo însanetîyê bê avêtin girîng e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag di wan rojên borî de  destnîşan kiribû ku dê cixare di cihên girtî de bên firotin û dê marqeyên cixareyan bi temametî li ser wan bên girtin.Wezaret nexasim destnîşan kiribû ku ji bo zarok cixareyan nebînin cixare dê di bin tezgehan de bên firotin.

Dikandarê bi navê Salih Yuva di derbarê mijarê de destnîşan kir ev gava ku ji teref wezaretê ve hatiye avêtin gaveke musbet e û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ji tu kesî re kişandina cixarê tewsiye nakin.Di dorhêleke ne li ber çavan kişandina cixarê û  di dema firotinê de veşartina cixareyan baştir e.Divê em hewil bidin da ku  cixare nebe mînakeke çewt.Wekhevbûna rengên paketan jî baştir e, qet nebe balkêş nabe.Pêwîst e însan li dijî cixarê haydar bin.Qanûn ji bo terikandina cixarê geşedaneke musbet e.”

Ayhan Agaogullariyê ku ji ber cixarê dev ji futbolê berdaye jî di derbarê mijarê de wiha destnîşan kir: “Ji bo terikandina cixarê ji van xebatan a girîngtir  îradeya însên e.”

Kesê bi navê  Dogan Tunç jî di derbarê mijarê de destnîşan kir  wekhevbûna rengên paketên cixarê dê tiştekî neguherîne û wiha pê de çû: “Terikandina cixarê ji bo tenduristiya însanan e.Her wiha ez zennakim wekhevbûna rengên paketên cixarê dê tiştekî biguherîne.A ku girîng e ya di nava wê de ye.Ciwan divê demildest dev ji cixarê berdin.Cixare him ji hêla madî û him jî ji hêla tenduristiyê ve bi zirar e.”

Mahmûd Duşun jî di derbarê mijarê de destnîşan kir her gavên ku dê di vî warî de bên avêtin girîng e û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Yasaya wezaretê musbet e.Her cûr xebatên ku ji bo tenduristiya însan bên kirin û her gavên ku dê bên avêtin baş in.Ev gava ku dê bê avêtin jî gaveke baş û bi feyde ye.Divê xort li dijî cixare bi dîqet bin û jê dûr bisekinin.”

Serokê Şubeya Diyarbekirê yê Yeşîlayê Yahya Ozer  jî di derbarê mijarê de nirxandinan kir.Ozer di nirxandina ku kir de destnîşan kir di sala 2008an de di vî warî de qedexe hatin anîn, lê xelk li van dîqet nekir.Ozer dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di cihên girtî de firotina cixareyan û bi temametî girtina li ser marqeyên cixareyan  li temamê dinayayê tenê çend mînak in.Ji kêmkirina firotina cixarê ev xebateke baş e.Ev xebata qanûnê ya  li dijî cixarê û alkolê anî bîran.Bila dê û bav zarokên xwe neşînin kirîna cixarê.Lewra sitandina cixarê îstîsmar e.”(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir