• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2498.11
  • ...
 "Em umîdvar in ku îro karkerên li bin hezazê werin derxistin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîrê Ewlehiya Xebat û Civakê Mehmet Muezzînoglu hat qada hezaza li navçeya Şêrwana Sêrtê ya ku 16 kes mabûn bin de. Muezzînoglu li vir ji rojnamevanan re daxuyanî da.

Wezîrê Ewlehiya Xebat û Civakê Mehmet Muezzînoglu bi Alîkarê Wezîrê Giştî yê AK Partiyê Yasîn Aktay, Waliyê Sêrtê Mutafa Tutulmaz re hat qada hezazê. Muezzînoglu ji Serokê AFAD û rêvebiran agahî sitand.

Muezzînogluyê ku di civîna ku li Navenda Krîza AFADê de axivî. Muezzînoglu wiha pê de çû: “Li navçeya Şêrwana me di Gundê Madenê de di encama hezaza ku pêk hat de 16 karker man binî de. Qezayeke wiha elîm çêbû. Îro roja 5 emîn e. Heta îro 6 xebatkar di bin hezazê de hatin derxistin. Xebatên ji bo dîtina 10 karkerên din didome.”

 “Îro rojekî umîdwarî ye”

Muezzînoglu bal kişand ku xebat wek 24 saet bê navber didome. Dûvre Mueezzînoglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Tabî heta niha 6 kes ji binê axê hatine derxistin. Derxistina 10 hemwelatiyên me yên din ji xwe ku wek sax werin derxistin bi hêviyeke wiha bê navber 24 saet xebat didomin. Arzû û temeniya me ew e ku em xebata xwe ya ji bo bin axê biqedînin. Îro rojeke umîdwarî ye.” (ÎLKHA) 

Bu haberler de ilginizi çekebilir