Malbatên xisimdar bihev xistin
Li navçeya Kaniya Xezalan (Akçakale) a Rihayê dawî li xiksûmeta ku 3 meh berê di nabeyna 2 malbatan de derketibû hat.
Li navçeya Kaniya Xezalan (Akçakale) a Rihayê dawî li xiksûmeta ku 3 meh berê di nabeyna 2 malbatên bi navê Kaydi û Keleş de derketibû hat.
Xisûmeta di nabeyna 2 malbatên bi navê Kaydi û Keleş de bi navçîniya Serokê Şaredariya Kaniya Xezalan Abdulhakîm Ayhan bi dawî bû. Her dû malbat piştî tîlaweta Qur’ana Pîroz hevdû himbêz kirin û bihev ketin.
Serokê Şaredariya Kaniya Xezalan Abdulhakîm Ayhan piştî xwarina ku hat dayîn de wiha qala Xutbeya Xatirxwaziyê yê Hz. Muhammed kir: “Min edetên heyama cehaletiyê rakir. Di serê vê yekê de doza xwînrêjiyê tê. Heke ziman, irq û rengê me cuda bibe jî em di bin heman sîwanê de dijîn. Em Hemî Misliman in û baweriya me yek e. Ez van her dû malbatên li ser sofra biratiyê hatine cem ve tebrîk dikim.” (ÎLKHA)