• DOLAR 32.533
  • EURO 34.87
  • ALTIN 2429.155
  • ...
Ji Yetîm-Dera Ewrûpayê li Çadê projeya katarakê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yetîm-Dera Ewrûpayê ya ku navenda wê li bajêra Rheinfeldena Elmanyayê ye bênavber xebatên xwe yên arîkariyê didomîne.

Yetîm-Dera Ewrûpayê ya ku saziya arîkariyê ya navteweyî  ye li Komaraya Çadê ya ku lê gelek nexweşiyên korbûnê rû didin projeya katarakê da destpêkirin û mesrefa ameliyata gelek kesên nexweş da.Nexweşên feqîr ên ku li Nexweşxaneya Kouseriyê hatin ameliyatkirin piştî ameliyetê ji nexweşiya katarakê xelas bûn.Nexweşên ku baş bûn ji ber arîkariyên ku ji wan re hatine kirin ji xêrxwazan re teşekur kirin.

Arîkarê Serokê Giştî yê Yetîm-Dera Ewrûpayê Huseyîn Ateş di derbarê mijarê de qala xebatan kir û wiha ragihand: “Em wek Yetîm-Dera Ewrûpayê bi wasita û desteka xêrxwazan birayên xwe didin ameliyatkirin û wan ji tarîtiyê xelas dikin.Hûn jî 65 Euro bibexşînin em li dijî katarakê şer bidin destpêkirin.Bila em bi ameliyetekê bibin wesîleya dîtin û başbûna birayên xwe.”

Katarak çima li Efrîkayê zêde ye?

Li Afrîkayê ji ber şert û mercên xweyîbûn û îqlîmê  gelek însan hêj di xortaniya xwe de kor dibin.Ji ber ku di warê tendurustiyê de gelek kêmasî hene, nexasim kêmasiyên li çolteran, dibin sedem gelek însan kor bibin û di nava taritiyê de bijîn.Ji sedî yekê nifûsê welêt bi vê nexweşiya katarakê ketiye.

Katarak çi ye?

Li temamê dinyayê nexweşiya ku exlebe bi kesên êxtiyaran re tê dîtin e, kesên ku bi vê nexweşiyê dikevin nikarin ber xwe zelal bibînin.Dema ku tedawiya wê neyê kirin dibe sedema korbûnê.(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir